Ciwanan li Colemêrgê dest bi berxwedanê kirin

Li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ciwanan dest bi berxwedanê kirin. Ciwanên ku li gelek nuqteyan rastî êrîşa polîsan hatin. Ciwanan li taxan bend danîn, bi kevir û daran bersivê dan êrîşên polîsan.

BERXWEDANA LI DIJÎ DARBEYA QEYÛMAN

Li dijî girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û tayînkirina qeyûm li şaredariyê li gelek deverên Colemêrgê çalakî tên lidarxistin. Li navenda bajêr tevî dorpêça polîs û leşkeran jî ciwanan meşiyan. 

Ciwanan gelek caran bênavber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Colemêrg wê ji qeyûm re bibe goristan”, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin.

Polîsan li gelek nuqteyan êrîşî ciwanan kirin. Li hemberî êrîşa polîsan ciwanan li taxan bend danîn û bi kevir û daran bersiv dan êrîşan. 

Li gelek deverên bajêr berxwedan didome.