Hatem Ozdemîr ê ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birîn serî li dadgeha bilindtir da

Gerîlayê HPG'ê Hatem Ozdemîr di sala 2019'an de li navçeya Makû ya Rojhilatê Kurdistanê dîl hatibû girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Ozdemîr li dijî biryarê serî li dadgeheke bilindtir da.

Gerîlayê HPG’ê Hatem Ozdemîr 2’yê Tîrmeha 2019’an li navçeya Makû ya bajarê Ûrmiyeyê ya li rojhilatê Kurdistanê dikeve kemînê û tê girtin. 

Dadgeha Îranê bi sûcdariya “îsyana biçekdarî ya li dijî dewletê” cezayê darvekirinê da Hatem Ozdemîr. Cezayê hat birîn du sê hefte berê ji aliyê dadgeha bilind ve hat erêkirin. 

Bavê Ozdemîr, Abdurrahman Ozdemîr ê li Agiriyê dijî bi bîr xist ku ew di 30’ê Gulanê de li girtîgehê bi lawê xwe re hevdîtin kiriye. Ozdemîr, anî ziman ku rewşa tenduristiya lawê wî baş e û bi hevrêyên xwe re li heman qawîşê dimîne. 

BIRYAREK KÊFÎ YE

Ozdemîr, da zanîn ku bi rêya parêzer li dijî cezayê darvekirinê ku li lawê wî hatiye birîn îtîrazî dadgehek bilindtir kirine û got, “Ji ber ku lawê min Kurd e ev biryar hat dayîn û ev biryarek kêfî ye. Em viya qebûl nakin. Tevî ku em di sedala 21’emîn de ne jî hê jî mirov tên darvekirin. Dinya li ber darvekirinên li Îranê bêdeng dimîne. Ev jî nayê qebûlkirin. Li dijî vî cezayê darvekirinê ku li lawê min hatiye birîn, di asta cîhanî de ez xwedîderketinek têrkirî nabînim.”