YCWK'ê li Kocaeliyê agir berda 5 otobusan, li Colemêrgê li dijî polîsan şer kir

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li navçeya Gebze ya Kocaeliyê agir berdaye 5 otobusan û li Colemêrgê jî li hemberî biryara qeyûm li dijî polîsan şer kiriye.

Di daxuyaniya YCWK'ê de hate gotin, "Di çarçoveya pêngava 'Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber Apo re azad bibin' li Parka Eşref Bîtlîs a li Kocaelî-Gebzeyê agir bi 5 otobusên fîrma tûrîzmê ya faşîstan hate xistin. Divê her kes zanibe, bersiva ji her êrişa li ser gelê me wê qat bi qat bê dayin. Em bang li ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin ku tevlî nava refên YCWK'ê bibin."

YCWK'ê diyar kir ku di çarçoveya heman pêngavê de êvara 5'ê Hezîranê li gelek nuqteyên Colemêrgê li dijî biryara qeyûm çalakî kirine û got, "Di çalakiyan de yekîneyên me bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Li dijî her cûre êrişên li ser gelê Kurd em ê li qadan bin, em bang li ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li kolanan li ber xwe bidin."