Gel li şaredariyên Kurdistanê nobetê digirin

Li dijî desterserkirina Şaredariya Colemêrgê gel bi endamên DEM Partiyê re çalakiya nobetê dan destpêkirin. Gel bi dirûşmeyên “Zext nikarin me rawestînin” li pêş şaredariyan nobetê digirin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li şaredariyan çalakiya nobetê da destpêkirin

AMED

Li pêşiya avahiya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Rezan, Peyas, Bajara Nû, Sûr û Bismilê çalakiya nobetê hat destpêkirin.  Hevşaredar, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navend û navçeyan û gel beşdarî çalakiyê bûn.  Polîsan li Peyasê xwestin dirûşmeyên gel asteng bikin, girseya gel bi çepik û tilîliyan bertek nîşanî polîsan dan.

SÊRT

Li avahiya şaredariya Sêrtê pankarta “Şaredarî yên me ne em ê rê nedin desteserkirinê” hate daleqandin. Hevserokên Şaredariyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi, wekîla bajêr Sabahat Erdogan Saritaş û gel dest bi çalakiya nobetê kirin. Li şaredariyên Misirc û Ziyareyê jî çalakiyên nobetê hatin destpêkirin.

ÊLIH

Bi dehan kes li Êlihê li pêşiya avahiyên şaredariyan li hev civiyan. Gel bi dirûşmeya “Zext nikarin me rawestînin” nobetê digirin.