Nobeta gel a li ber şaredariyan di roja 2’emîn de ye

Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê çalakiyên nobetê hatin destpêkirin, çalakî di roja 2’emîn de berdewam dike.

LI DIJÎ DERBEYA QEYÛMAN ÇALAKIYA NOBETÊ

Piştî ku Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat binçavkirin û îro hat girtin li ber şaredariyên li Kurdistanê çalakiyên nobetê hatin destpêkirin, çalakî di roj 2’emîn de berdewam dike.

AMED

Li ber Şaredariya Bajarê Bezin a Amedê û 13 şaredariyên navçeyan çalakiya nobetê di roja 2’emîn de ye. Hevşaredar, endamên meclîsê û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî nobetê bûn.

Li navçeya Sûrê di nobeta ku dihat girtin de dengbêjan jî cihê xwe girt. Girseyê bê navber dirûşmeya “Colemêrg ya me ye” berz kirin. Çalakî bi klaman didome.

SÊRT

Çalakiya li ber şaredariya Sêrtê jî di roja 2’emîn de berdewam dike. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û bi dirûşmeya biryara qeyûm protesto kirin. Li Misirc û Ziyaretê jî çalakî hatin destpêkirin.

ÊLIH

Li Êlihê jî çalakî di roja 2’emîn de li ber şaredariyê didome. Rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Zext nikarin me biçewisînin” hatin berzkirin.