YPS-YPS JIN: Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê rabin!

Fermandariya YPS- YPS JIN têkildarî derbeya qeyûm daxuyanî da û got: “Heta ku em şaredariya xwe werdigirin, divê em li her derê berxwedanê bilind bikin, serhildanan mezin bikin û xweparastinê pêş bixin.”

DAXUYANIYA YPS- YPS JIN’Ê

Fermandariya Colemêrgê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, daxuyaniyek nivîskî da.

YPS- YPS JIN’ê got: “Şaredarî û rêveberiyên xwecihî, zemînê xwerêveberiya gel in. Şaredarên ku ji aliyê gel ve bi hilbijartinan hatine diyarkirin, nûner in. Yanî di rastiyê de ew gel e. Divê klînîka dewletê bi ti awayî mudaxeleyî vê yekê neke. Qeyûmên ku li dijî van şaredariyan tên kirin, êrîşên li dijî me ne. Dijmin bi zanebûn êrîşî destkeftiyên me yên fermî dike. Eger mafê me yê hilbijartinê nebe, wê demê em ê mafê xwe yê çalakiyê, mafê xwe yê şerê gel ê şoreşgerî bi kar bînîn. Mîna dayika me ya Colemêrgî gotî, ‘ma ne bes e, em ê niha her derê bikin qiyamet’.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “ne tesaduf e ku ev êrîş piştî serketina me ya li Curnê Reş hate kirin” û ev tişt hate gotin: “Li dijî qeyûma li şaredariya Colemêrgê, weke gel bersiva me zelal e; ‘Colemêrg a me ye!’ … Wan a me ye. Şirnex a me ye. Dersim, Amed, Sêrt, Êlih û Riha ya me ye. Bakurê Kurdistan a me ye. Me li Wanê çawa li dijî qeyûm li ber xwe da û encam wergirt, teqez em divê Colemêrgê jî ji dewleta Tirk a dagirker re nehêlin. Ev êrîş û konsepteke şer e. Li dijî vê sixtekariyê bersiva herî mezin, şeqama xweparastinê ya gel e. Heta ku em şaredariyên werdigirin, divê em li her derê berxwedanê bilind bikin, serhildanan mezin bikin û xweparastinê pêş bixin. Dem hatiye ku em YPS û YPS Jin a Colemêrgê bixin nav liv û tevgerê. Dem hatiye ku jin, mêr, ciwan û extiyarên Colemêrgê bikevin nava liv û tevgerê. Di serî de Colemêrg û navçeyên wê, weke gelê Kurdistanê dema tevgerê ye. Mesele ne tenê qeyûm û desteserkirina Şaredariyê ye. Mesele dagirkerî, mêtingerî û talan e. Berxwedan wê me bibe serketinê!”