Gerîlayê ku Wezîrê Karên Hundirîn got 'me kuşt' li nexweşxaneyê ye

Hate hînbûn ku yek ji gerîlayên ku Wezareta Karên Hundirîn a Tirk got “me kuştiye” Demhat Şêro Welat (Îlyas Ayaz) bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeya Wezareta Karên Hundirîn a Tirkiyê îro danê sibê li ser malpera xwe ya fermî weşand, îdîakirin ku di şerê li bejahiya Elbakê ya Wanê de 3 gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd bûne. Hat hînbûn ku gerîlayê bi navê Demhat Şêro Welat (Îlyas Ayaz) sax e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, Îlyas Ayaz bi birîndarî rakirine nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku rewşa wî baş e û li ser hişê xwe ye.