Ciwanan derbeya qeyûm protesto kirin
Li gelek taxên Geverê ciwanan, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê çalakî lidar xistin.
Li gelek taxên Geverê ciwanan, li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê çalakî lidar xistin.
Li navçeya Geverê ciwan daketin kuçe û kolanan û binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û qeyûmê danîn şûna wî şermezar kirin. Ciwan li taxên Orman, Kişla, Dize, Cumhuriyet û Yenî li hev kom bûn û li kuçe û kolanan agir vêxistin.
Ciwanan bi saetan li kolanan xwepêşandan lidar xistin û polîsan bi bombeyên gazê, mermiyên plastîk û ava şid êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û beran û fişekên hewayî xwe parastin.
Xwepêşandanan heta derengiya şevê berdewam kir û ciwanan bênavber dirûşmên wek, “Bijî berxwedana Colemêrgê”, "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Berxwedan serketin" û "Kurdistan goristan ji bo faşîstan" berz kirin. Li tevahiya navçeyê xwepêşandanên li dijî qeyûm di roja duyemîn de berdewam dikin.