NÛ BÛ

Li Colemêrgê protesto destpê kirin: AKP’ê derbe pêk anî

19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate birîn. Piştî biryarê gel daket qadan.

GEL LI DIJÎ DERBEYÊ LI QADAN E

Li Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hate darizandin 19 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku Akiş were girtin. Piştî biryarê protestoyên li bajêr dîsa destpê kirin.

Beriya danişînê avahiya edliyeyê ji aliyê polîsan ve bi barîkat û maşînên zirxî hat astengkirin. Li edliyeyê ketina parlementer û rojnamegeran hat astengkirin. Ji bo danişînê tenê hejmareke sînordar parêzer dikarin bikevin edliyeyê. Parlamentera Partiya DEM Partiyê Newroz Uysal bi polîsên astengiyê derdixin re nîqaş kir. Gel bi dirûşma 'Siddik Akiş vîna me ye' li ber edliyeyê rawestiyan.
Mehmet Sıddik Akiş di bin dorpêçê de anîn edliyeyê. Li gorî agahiyên ku parêzeran dane, beşa ji bo temaşevanan a li salona dadgehê bi polîsên çevîk hatiye dagirtin.

'EZ SERBILIND IM’

Hevşaredar Akiş got:
“Ez dibêjim dosyaya îro di rojevê de ye jî siyasî ye. Ez serbilind im. Ez 53 salî me, evqas sal in li ber xwe didim û ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Min nûçeyên ku ez reviyame bihîst, lê min qet hewl neda ku birevim. Ez li pişt her tiştê ku min kir rawestiyam, min ji hêla siyasî ve çi bê kirin min kir. Bi awayekî serbilind li ber we disekinim. Min got aştî, min got wekhevî, min got edalet, min got azadî. Min tevahiya jiyana xwe li ser van ava kir, ji niha û pê ve jî ez ê bidomînim. Ez ne ji girtinê ne jî ji ketina girtîgehê ditirsim. Bi awayekî serbilind li ber we disekinim. Ez ji we ne daxwaza berdanê ne jî beraetê dixwazim.
Ez daxwaza îdianameyek nû bê amadekirin dikim. Çima 4 meh an salek berê doz nehat vekirin, niha tê vekirin? Ez dizanim ku ev dadgeh siyasî ye. Heta îro min erka xwe birûmet ji bo gelê me pêk aniye. Ez naxwazim bi îdianameya ku ji aliyê dozgerê ku piştgirî dide FETO’yê ve hatiye amadekirin bêm darizandin. "

Dadgehê 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Akiş birî. Piştî biryara girtinê da.

MEŞ Û PROTESTO

Piştî biryarê li ber dadgehê xwepêşandan dest pê kir. Endamên DEM Partiyê bi dirûşm, çepik û berzkirina dirûşmên ‘Zext nikarin me bêzar bikin’ biryarê protesto dikin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê beşdarî meşê bûn.
Parêzer û parlamenterên ku xwestin bimeşin du caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Parlamenterên ku astengî derbas kirin bi gel re hatin cem hev û meşiyan.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: "Qesrê li dijî gel şer îlan kir." Hatîmogûllari destnîşan kir ku Akiş rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye û got: "Qeyûm xespa vînê  ye, qeyûm darbe ye. Darbeya AKP'ê hate tomarkirin."Bi sedan leşker û polîsan derdora avahiya walîtiyê û edliyeyê dorpêç kirin.

"Em ê ji ber tundî û êşkenceya ku beriya demekê li vir ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kirin, der barê Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê de serlêdana sûc bikin. Yên ku difikirîn ku bi fermana walîtiyê êrîşî me kirin dê vîna gel ji holê rakin careke din dît ku gel li aliyê partiya xwe ye, ne li aliyê AKP'a dijminê gel e. Bi taybetî jî Erdogan û Bahçelî yên ku nikarin vê helwestê têk bibin, divê werin vîna 31’ê Adarê nîşan dane îro li qadan bibînin.”

Piştî axaftina Tulay Hatîmogullari şandeyên DEM Partî û DBP'ê li ber Walîtiya Colemêrgê dest bi çalakiya nobedê kirin.