BI DÎMEN

Jinên Tolhildêr: Berxwedana me li her kolanek Geverê belav bû

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li dijî dagirkeriya li Colemêrgê berxwedana wan li her kolana Geverê belav bûye.

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYA QEYÛM

Înîsiyatîfê daxuyaniyek weşand û got, "Berxwedana me ya li dijî darbeya siyasî di roja sêyemîn de li her tax û kolaneke Geverê belav bûye û dewam dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana me ku li dijî darbeya siyasî destpê kir, bi pêşengiya 'Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr' di roja 3'yemîn de li taxên me yên Geverê yên Eskî Kişla, Orman, Esentepe, Cûmhûriyet û Yeşîldereyê bi xurtî dewam dike. Polîsên dagirker nikarin bikevin ti ji taxên me û hêzên tîmên taybet ên dagirker zêde kiriye. Li hin taxên me jî leşker hatine veguhestin. Lê belê dagirkerên ku li hemberî berxwedana me nikarin encamê bi dest bixin, nikarin bikevin nava taxên me. Ji dûr ve bi gaza îsotê û bombeyên deng êrişî taxên me dikin. Bila baş bê zanîn; dagirker ne bi gaza îsotê û bombeyên deng, her wiha bi bombeyên atomê û balafiran jî êriş bikin wê nikaribin bikevin nava taxên me.

Berxwedana me her roj hîn mezin dibe, dewam dike û wê dewam bike. Em kolanan naterikînin. Bang li her kesî dikin ku dakevin kolanan."