JIN
Hemû Nûçe
-
Li Brukselê zêdeyî 10 hezar jin di meşa 8'ê Adarê de li hev civiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi beşdariya 10 hezar jinan hate pîrozkirin. Jinên Kurd jî tevlî meşê bûn û li ber şer û neheqiyê rabûn. -
Hem hunera xwe bi pêş ve dibe hem jî hîn dike
Cîhan Ebdulgaffûr ku bi hunerên destan re mijûl dibe, hem hewl dide vî karî bi pêş ve bibe, hem jî hînî ciwanan dike. -
Besê Erzîncan: Jin divê tevgera aştiyê ya cîhanî bi rêxistin bikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku li dijî polîtîkaya şer a sîstema hegemonîk divê jin tevgera aştiyê bi rêxistin bikin û got, "Jin bi avakirina sîstem û rêveberiya xwe dikarin xwe bigihînin azadiya rasteqîn." -
Bi şikandina barîkatên li Îzmîrê: Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin
Jinan bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Îzmîrê meşek li dar xistin û barîkatên polîsan ên li pêşiya wan hatine danîn şikandin û gotin, "Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin." -
Li Swîsreyê peyama ‘Emê mêtingeriya keda jinê rawestînin’
Jinan li Swîsreyê li dijî şer û li dijî mêtingeriya keda jinê ji bo ku dengê daxwaza xwe ya ‘Ji karê wekhev re heqdestê wekhev’ bilind bikin, ji bo li dijî qirkirina jinê jiyana jinê biparêzin li gelek navendan hatin gel hev. -
Li bajarên Fransayê ji bo jinan daxwaza edaletê hat kirin
Jinên Kurd ên li bajarên Fransayê ji bo 8’ê Adarê li qadan bûn. Jinan di çalakiya girseyî ya li paytext Parîsê de sê jinên şoreşger ên Kurd ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin bibîr anîn, banga "edalet û ronîkirinê" li rayedarên Fransa kirin. -
Meşa Şevê ya Feminîst: Barîqat derbas kirin û dest bi meşê kirin - HATE NÛKIRIN
Bi hezaran jin ji bo Meşa Şevê ya Feminîst bi berzkirina dirûşmeya "Dê ev serîhildan neqede" li Taksîmê li hev kom bûn, dest bi meşê kirin. -
Li Riha û Semsûrê 8'ê Adarê: Sedsala 21'emîn ew ê bibe sedsala jinê
Li Rihayê jinan bi boneyea 8'ê Adarê hatin gel hevdu û li Semsûrê jî jinan der barê Remziye Yucel a ji aliyê mêrê pê re zewicî hatibû qetilkirin daxuyanî dan û gotin: "Em li dijî tundiya mêr dewletê di nava raperînê de ne." -
Li Colemêrgê jinan got: Em rê nadin polîtîkayên şer
Bi minasebeta 8'ê Adarê li Colemêrgê şahiya jinan hat lidarxistin. Jinan di şahiyê de bal kişandin ser polîtîkayên şer ên taybet û banga têkoşîna hevpar kirin. -
Li Mexmûrê 8’ê Adarê: Em ê Rêber Apo azad bikin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi coş û moralekî mezin 8’ê Aadarê hate pîrozkirin. Jinan di pîrozbahiyê de bi yek dengî gotin: “Wê hêza jina azad, Rêber Apo bi awayê fîzîkî ji pergala Îmralî rizgar bike.” -
Li Silêmaniyê komkujiyên li dijî jinan hate şermezarkirin
Li Silêmaniyê li gel hemû astengiyên hêzên ewlehiyê, jinan bi boneya 8’ê Adarê çalakiyek li darxistin û li dijî kuştina jinan dirûşmên “Ji bo kuştina jinan na, jin jiyan azadî“ berz kirin. -
Weqfa Jinê ya Şengalê: Ji bo jiyanek azad û wekhev em banga tifaqê dikin
Waqfa Jinê ya Şengalê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got:“Ji bo jiyanek azad û wekhevî em banga tifaqê li hemû jinên cîhanê dikin. -
Ji Amedê bang kirin: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin
Hevberdevka Meclisa Jînan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di mitînga 8’ê Adarê ya Amedê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ê bi sekna xwe ya qewîn tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin.” -
Jinên Şengalê 8'ê Adarê pîroz kirin
8'ê Adarê bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê hate pîrozkirin. -
Li Silopiyayê mîtînga 8’ê Adarê: Em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin
Li Silopiyayê bi bi hezaran jinên ku tevli mitînga 8’ê Adarê bûn, bang kirin ku wê tecrîda li Îmraliyê bişkînin. -
Li Êrîvanê jinên Kurd 8'ê Adarê pîrozkirin
Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê Yekîtiya Jinên Azad ji bo 8'ê Adarê pîrozbahiyek organîze kir. -
Li Wanê mîtînga 8’ê Adarê: Dê sedsala 21'emîn bikin sedsala jinan
Li dijî tecrîd û qirkirina jinan, jinên Wanî bi cil û bergên xwe yên rengîn herikîn qadên 8’ê Adarê. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo azadiya hevalên xwe girtî têbikoşin û dê sedsala 21'emîn bikin sedsala jinan. -
Ebrû Gunay: Rêya aştiyê û çareseriyê Abdullah Ocalan e
Berdevka HDP‘ê Ebrû Gunay, li Sertê di mitinga 8'ê Adarê de axivî û got:“Ji bo aştiyê bila deriyê Îmraliyê vekin. Ji şer Abdullah Ocalan çareserî ye. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, da aştî were li vî welatî.” -
Li Dersimê mîtînga 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin
Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinên Dersimî mitînga pîrozbahiyê li Qada Seyîd Riza li dar xistin. Di mitîngê de hate gotin ku qîrîna 8’ê Adarê ya jinên Kurd a ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi xwe re yekitiyê tîne. -
Jinan ji Nisêbînê deng hildêran: Em ê tecrîdê rakin
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jin ji bo 8'ê Adarê hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de hate gotin, ''Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Em ê pergala Îmraliyê ya ku birêz Ocalan têde îzole kirine ji holê rakin.'' -
8'ê Adarê li Êlihê hate pîrozkirin: Em jin em ê tecrîdê bişkînin!
8'ê Adarê li Êlihê bi coşiyeke mezin hate pîrozkirin. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz bal kişande ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, Heta ku şertên azadiyê werin danîn Kurd û jin wê dengê xwe rakin û li her deverê em ê têbikoşin.'' -
Jinên Şengalî 8'ê Adarê pîroz kirin
Jinên Şengalî 8'ê Adarê slav kirin û gotin ew ê ji bo jinên Êzîdî û Iraqî şoreşa hişî bikin. -
Ji YPJ'ê peyama 8'ê Adarê: Divê sazûmaniya jinan bibe yek
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê 8`ê Adarê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û got, ''Divê sazûmaniya jinan bibe yek da ku bi hev re tê bikoşin û mafên xwe yên rewa bi dest bixin.'' -
Mîtînga Amedê: Jin wê deriyê Imraliyê vekin
Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran,got ''Bi helwesta meya biryardar wê tecrîd were şikandin û deriyê Imraliyê were vekirin.'' -
Ji YPJ'ê merasîma 8'ê Adarê: Ji bilî azadî û wekheviyê em tiştekî din nas nakin
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi merasîmeke bi heybet 8'ê Adarê pîroz kir. Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed li merasîmê axivî û got, "Ji bilî azadî û wekheviyê em tê tiştekî din nas nakin."