Li Silêmaniyê komkujiyên li dijî jinan hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê li gel hemû astengiyên hêzên ewlehiyê, jinan bi boneya 8’ê Adarê çalakiyek li darxistin û li dijî kuştina jinan dirûşmên “Ji bo kuştina jinan na, jin jiyan azadî“ berz kirin.

Li Silêmaniyê li gel hemû astengiyên hêzên ewlehiyê, jinan bi boneya 8’ê Adarê çalakiyek li darxistin û li dijî kuştina jinan dirûşmên “Ji bo kuştina jinan na, jin jiyan azadî“ berz kirin. Di saetên êvarê de bi pêşengtiya rêxistinên jinan hat xwestin li ber Tiba Edlî ya Silêmaniyê xwepêşandanek li dijî kuştina jinan were li darxistin. Lê hêzên ewlehiyê astengî derxistin.

Jinan wêneyên jinên ku ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin hildan. Jinan xwestin li cihê ku hatiye diyarkirin dest bi çalakiya xwe bikin. Hêzên ewlehiyê dor li jinan girtin û rê nedan çalakî li wî cihî berdewam bike. Ji ber vê yekê jinên çalakvan berê xwe dan nava bazara bajêr û li wir çalakiya xwe berdewam kirin.

Di çalakiya ku gelek jinên çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend têde beşdarbûn, bê navber dirûşmên  “Ji bo kuştina jinan na, jin jiyan azadî“ berz kirin.