Mitînga 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Sêrtê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Berdevka HDP Ebrû Guney, endamen TJA, Meclîsa Jinan HDP'a Sêrtê û dayikên aşitiyê beşdarî mitîngê bûn. Jinên Sêrtê bi şîara 'Dem Dema Azadiya Jinan e' Qada Newrozê têje kirin. Pankart "Em ê bi hev re biguherînin" bi platforma mitîngê ve hat daliqandin.
Rexmî hewa sar jî jinên Sêrtê bi kincên xwe yên herêmî herikîn qada mitîngê û dûrişmeya "Jin jîyan azadî" berz kirin.
Mitîngê bi rêzigirtina ji bo Denîz Poyraz û Gerîbe Gezer dest pê kir.
Piştî rezgirtinê li ser navê komîteya amadekar Cemîle Çîftçî derket ser dikê û axaftineke kurt kir. Piştî Çîftçî Hevseroka Rexistina HDP ya Sertê Belkiz Epozdemîr jî derket ser dikê û axaftineke kir. Epozdemîr, banga berdana girtiyên nexweş kir. Piştre Dayika Aştiyê Helîme Guçlu derket ser dikê û girseyê silav kir û dirûşmaya "Bijî Serok Apo" berz kir.
Piştre, Berdevka HDP Ebrû Gunay derket ser dikê û axivî. Guney diyar kir ku ew 8'ê Adarê diyarî rêhevalên xwe yên girtî Aysel Tugluk û girtiyên din ên jin dikin û wiha got: "Li Botanê, em 8'ê Adarê li hemû jinen tekoşer û berxwedêr pîroz dikin. Desthilat bi rakirina Peymana Stenbolê dixwaze jinan bike kole. Em li vir careke din dibêjin, 'Em nahilên ku hûn destkeftiyên me bin pê bikin'."
'RÊYA AŞTIYÊ Û ÇARESERIYÊ ABDULLAH OCALAN E‘
Di berdewema axaftina xwe de Gunay, bal kişand ser şêre Ûkrayna û Rûsyayê û destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim şêr heye ev tişt anîn ziman: "Niha li Ûkraynayê şer heye, li Kurdistanê her tim şer heye. Dayik û jinên kurd şer baş nas dikin. Em li vir careke din dibêjin' ji bo aştiyê bila deriyê Îmraliyê vekin'. Ji şer birêz Abdullah Ocalan çareserî ye. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin, da aştî were li vî welatî.”
Piştî axaftina Guney hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û stran gotin. Girsê li ber stranên Yilmaz govend gerand û tilîlî kirin.
Mitîng bi stranên Yilmaz û gerandina govendê bi dawî bû.