Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) merasîmeke leşkerî lidar xist.
Merasîma leşkerî bi beşdariya Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed, ji Fermandarên YPJ’ê Axîn Efrîn, ji Meclîsa Parastina Xabur a Asûrî Madlen Xemîs, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlva Abdullah, Fermandara Tabûra Nûbar Ozanyan Zabel Kobanê pêk hat.
Di merasîmê de Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed axivî û bal kişand li ser wate û girîngiya rojê. Newroz Ehmed got, "Em di serî de roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên ku li ber xwe didin, têdikoşin, li hemû qadan di nava raperînan dane, di heman demê de dayikên şehîdan û hemû jinên kedkar pîroz dikin. Jinan di encama têkoşîn, berxwedaneke mezin û berdelên giran de ev rojê bidestxistin û ev roj weke cejnekê diyarî me kirin. Em jî îro weke jinên şoreşger û kedkar, ji hemû pêkhateyan li vê derê kom bûne, em di şexsê hemû jinên ku di oxira azadiyê de têkoşiyan û şehîd bûn, bi taybet jî di şexsê Silava û Berîvanan de û herî dawî jî di Pêngava Gurzê Gelan de di şexsê Şehîd Awaz de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Wê têkoşîn û berxwedana wan her tim rêya me ronî bike û wê têkoşîna wan her tim ji me re bibe bingeh heta ku hemû jin bigehêjin azadiyê.
'RÊBER APO AFÎRÎNERÊ FELSEFEYA JIN A AZAD E'
Rêber Apo heta niha li Girava Îmraliyê ji bo mirovahiyê û jinan li ber xwe dide. Raman û felsefa jin a azad a ku Rêber Apo bû afîrînerê wê ji bo me bû bingeheke xurt û îro li ser vê bingehê em xwe bi rêxistin dikin, têkoşîna xwe bilind dikin û artêşbûyîna xwe xurt dikin. Em ji vir heta Îmraliyê silavan dişînin, tenê armanca me ev e ku em layiqî vê kedê bin. Em hemû dilgirtiyên azadiyê yên ku li hemberî cûre hovîtiyê li ber xwe didin silav dikin.
'TÊKOŞÎNA JINA KURD BÛ HÊVIYA TEVAHÎ JINAN'
Li vê derê, li ser axa Mezopotamyayê weke ku di êrişa herî dawî ya ku li ser Girtîgeha Sînaa li bajarê Hesekê jî hate pêkanîn de xuya kir, hêzên desthildar xwestin wan çeteyan careke din zîndî bikin, lê ev hewldanên wan hate têk birin. Gelê me yê li herêmê êşa vê yekê kişandine, şervanên azadiyê jî ji bo ku ji daxwazên gel re bibin bersiv li hemberî vê êrişa hovane têkoşîneke bêhempa dane meşandin. Êşa pergala desthildar li hemû herêman wekhev e, ji ber ku ev pergal di şexşê jinê de jiyanê û hemû mirovahiyê qetil dike. Lê îro hemû deverên cîhanê jin bi hevdû re di nava raperînê de ne. Bi pêşengtiya jina Kurd têkoşîna ku hate meşandin ji bo tevahî jinên cîhanê bû heviya azadiyê. Ev rastî cihê şanaziyê ye. Her ku diçe jin xwedî li nasnameya xwe derdikevin û dibe xwedî zanebûn. Ji ber vê jî bi êrişên dijwar re rû bi rû dimîne. Ev jî cardin dide nîşandan ku azadî ne hêsane, ger ku hêsan bûya ewqas berdelên giran jî nedihate dayîn. Ji bo vê yekê jî ji derveyî têkoşînê tu rêyeke din ji bo jinan nemaye. Hevrêyên me bi ruhekî lehengî bi ser dijmin de diçin, em dizanin ku doza azadiya jinê êdî ne bêxwedî ye. Têkoşîna jinan ev ast bidestxistine. Yên dixwestin jinên xeyal û hebûna jinan tune bikin, em ê jî tu carî vê derkefetê nedine wan.
'JI BILÎ SERKETINÊ RÊYEK DIN NÎNE'
Em careke din dikarin bibejin piştî ewqas berdelên giran ji bilî serketinê tu reyêke din em ê nas nekin. Em di vê rojê de soza berxwedanê, serketinê, destxistina azadiyê ya li hemberî hevrêyên xwe yê şehîd nû dikin. Ji ber ku ji bilî jinên têkoşer kes nîne ku xwedî li vê mîrateyê derbikeve. Em ê ji bo ku bikaribin ji civakê re pêşengitiyeke xurt bikin rêxistina xwe berfirehtir bikin. Herêmên me yên dagirkerî heta ku neyê rizgarkirin, em nikarin bêjin em azad bûne. Berxwedana ku di şexsê Avesta û Barînan de hate nîşadan rêya me ya serketinê dide nîşandan, wê ji niha û pê ve jî meşa me li ser vê esasê xwe bidomîne. Li hemû deverên cîhanê herkes bang dike; êdî dem dema azadiyê, xwe rêxistinkirina jinan e û êdî gav paş de avêtin nîne. Li ser vê esasê jî em ê ji demek ya din zûtir herêmên xwe ye di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rizgar bikin. Em ê ji bilî azadiyê û wekheviyê tu tiştekî din nas nekin."
Merasîma leşkerî bi dirûşmayên 'Jin, Jiyan, Azadî", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok", "Bê serok jiyan nabeû "Şehîd namirin" bi dawî bû.