Ji Amedê bang kirin: Em ê tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin

Hevberdevka Meclisa Jînan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di mitînga 8’ê Adarê ya Amedê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Em ê bi sekna xwe ya qewîn tecrîdê têk bibin û deriyên Îmraliyê vekin.”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e”, li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hate lidarxistin. Bi hezaran jin beşdarî mitîngê bûn û mitîng bi coş dawî bû.

‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN‘

Di mitîngê de Endama Konfederasyona Sendîqayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Done Gevher Koyun axivî û da zanîn ku tevî hemû astengiyan jî jin li hemberî tundiya mêr-dewletê bi rengên xwe daketine qadan. Di dema axaftinê de gelek caran girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin.

Piştre jî Hevberdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Başaran diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li ser tevahiya civakê berbelav bûye û wiha domand: “Dixwazin bi hezaran hevalên me yên li girtîgehê bi tecrîdê tune bikin. Wekî her carê em dibêjin; li vê erdnîgariyê pirsgirêkek heye û navnîşana çareseriya vê pirsgirêkê jî Îmrali ye. Heta ku tecrîd bi dawî dibe, em jin dê têbikoşîn. Bi têkoşîna me dê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê bên vekirin.”

AYSEL TUGLUK SILAV ŞANDIN

Bi domdarî Başaran qala rewşa girtiyên nexweş kir û got ku silavên siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk bo hemû jinan hebûn. Başaran, di şexsê Tugluk de silav ji hemû jinên girtî re şand û wiha pê de çû: “Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî hevalên me dibin. Di serî de Aysel Tûglûk, heta hemû hevalên me azad dibin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha AKP-MHP dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin. Lê em li vir bangî wan dikin; hûnê têk biçin û dê bi tu awayî nekarin destkeftiyên me tune bikin. Dê têkoşîna jinan, qesra wan bi serê wan de hilweşîne.”

Herî dawî jî Başaran bal kişand ser rakirina destnedayîn parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel û diyar kir ku Guzel vîna gelê Amedê û jinan bû. Di dema axaftinê de girseyê dirûşma “Semra Guzel vîna me ye” berz kirin.

Piştî axaftinan bi dorê hunermend Ayfer Duzdaş û Îlkay Akkaya derketin li ser dikê. Bi hezaran jinên bi reng û dengê xwe qada xemilandin, bi saetan li ber stranên hunermendan govend gerandin.

MEŞEKE GIRSEYÎ

Piştî mîtîng bi dawî bû bi hezaran jin bi tilîliyan û berzkirina dirûşmeyan heya Kolana Gevranê ya li Semta Ofîsê meşiyan. Jinên ku guh li îkaza polîsan nekirin, tim dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.

Meş li Kolana Gevranê bi dawî bû.

Hat hînbûn ku polîsan di dema meşê de hin jin binçav kirine. Nehat hînbûn ku bê çend kes hatine binçavkirin û kesên binçavkirî birine kû derê ne.