Jinên Şengalê 8'ê Adarê pîroz kirin
8'ê Adarê bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê hate pîrozkirin.
8'ê Adarê bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê hate pîrozkirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) li Çiyayên Şengalê Deriyê Kersê pîroz kirin.
Li pîrozbahiya 8'ê Adarê ya bi dirûşma, ''Berxwedan û yekîtiya jinan wê peşî li fermanan bigrie û xweseriya Şengalê ava bike'' gelek jin hazir bûn.
Piştî peyamên ku di axaftinan de hatin dayin, li pîrozbahiyê beşa çandî dest pê kir.
Koma Folklorê ya Kulîlkên Adarê jî li gel jinên qadê bû. Piştre yekîneyeke YJŞ'ê merasîmeke leşkerî kir. Jinên Şengalê bi dilgermî ev performansa YJŞ'ê pêşwazî kirin.
Hêviyên Jiyanê ya Koma Şanoyê têkilî ked û têkoşîna jinê lîstikek lîst.
Li pîrozbahiyê komên muzîkê standin, bername bi stranên Koma Hêviyên Jinên Şengalê bi dawî bû.