Li Brukselê zêdeyî 10 hezar jin di meşa 8'ê Adarê de li hev civiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi beşdariya 10 hezar jinan hate pîrozkirin. Jinên Kurd jî tevlî meşê bûn û li ber şer û neheqiyê rabûn.
Li paytexta Belçîka Brukselê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi beşdariya 10 hezar jinan hate pîrozkirin. Jinên Kurd jî tevlî meşê bûn û li ber şer û neheqiyê rabûn.
Li paytexta Belçîka Brukselê zêdeyî 10 hezar jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev civiyan. Ji gelek neteweyan jin tevlî meşê bûn. Meşa "Meşa Jinê ya Cîhanê-Belçîka" ji aliyê 20 rêxistinên jinan ve hate lidarxistin.
Meşa ku bi dirûşma "Li dijî sîstema baviksalar û ji bo mûçeyê wekhev em dimeşin" hate lidarxistin, danê êvarê ji Gare Centrale dest pê kir. Jinan bi pankart û dirûşman neheqî şermezar kirin û ji bo afirandina cîhaneke azad peyam dan.
JINÊN KURD BI PANKARTÊN XWE MEŞIYAN
Tevî jinên Kurd her wiha jinên ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî bi pankartên xwe tevlî meşê bûn. Jinên Kurd di meşê de pankarta bi nivîsa "Li dijî qirkirina jinê dem dema xweparastinê ye" hildan. Di meşê de her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, alên TJK-E'yê hatin hildan û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" hate qîrîn.
Jin bi qasî 2 saetan li navenda bajêr meşiyan û piştre li Gare Centrale vegeriyan. Li vê derê mîtîngek hate lidarxistin. Bi navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê jî axaftin hate kirin û hate gotin, "Jinên Kurd li Rojhilata Navîn li dijî paşverûtiyê ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Ji bo cîhaneke hîn bedew canê xwe feda dikin. Em bang li jinên cîhanê dikin ku bibin parçeyek ji vê têkoşînê."
Di mîtîngê de hunermendên Kurd Sûltan û Yilmaz jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.