Hem hunera xwe bi pêş ve dibe hem jî hîn dike

Cîhan Ebdulgaffûr ku bi hunerên destan re mijûl dibe, hem hewl dide vî karî bi pêş ve bibe, hem jî hînî ciwanan dike.

Bi Şoreşa Rojava re jin ji gelek aliyan ve bi pêş ketin û di demeke kurt de gavên cidî avêtin. Di karên hunerê de jî ku qala hest û çanda civakê dikin, jin bi erka pêşengiyê radibin.

Cîhan Ebdulgaffûr ku li bajarê Hesekê ji dayik bû û lê mezin bû, qenewîç, bazin, gerdenî, kember, kefiye, kincên gelêrî, xemla deriyan û gelek berhemên mîna wan ên bi karê destan çêdike.

Cîhan piştî pola 4'an tevlî qûrsên hunerê jî bû. Cîhan got, "Min destpêkê li ser kaxiz û paçikan gul neqişand. Piştre di navbera 11 û 13 salî de dest bi perwerdeya hunera seramîk kir. Di qûrsê de bûm yekemîn. Ji aliyekî ve her roj tiştên nû hîn dibûm, li aliyê din jî tevî hîndekar min perwerde dida hevalên ku nû tevlî qûrsê dibûn. Piştî vê yekemîniyê ji bo 2 salan li Şamê tevlî perwerdeyê bûm. Ev perwerdeya min jî li ser Hunera Neqişandina Qurmikan bû."

HUNERA XWE BI ZAROKAN RE JÎ PARVE KIR

Cîhan piştî perwerdeya li Şamê li Navenda Xabûrê ya li Hesekê 4 salan perwerde da zarokan û hewl da Hunera Neqişandina Qurmikan bi pêş ve bibe. Cîhan ku 22 sal in li pey armancên xwe ye, ji Hesekê hatiye Qamişloyê û hem Hunera Karên Destan hem jî Hunera Neqişandina Qurmikan dewam dike.

Cîhan anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re jiyana wê guheriye û got, "Beriya şoreşê ez li Hesekê bûm. Nikarîbûm tevbigeriyam. Bi şoreşê re min da pey armancên xwe û hatim Qamişloyê. Ji aliyê kar ve azad bûm. Bi şoreşê re min derfet dît ku gelek hunermendan nas bikim û vê yekê rengên cuda da min. Ti carî nefikirîm ku weke jinekê tiştekî nikarim bikim heye. Min ji xwe re got, dikarim bikim. Hem dikarim bineqişînim hem jî karên herî giran jî bikim. Bi daxwaz û hewldanên xwe gihîştim vê astê. Gelekan digotin ku nikarim bikim, lê min kir."