Li paytexta Fransa Parîsê, jinan ji nîvro ve li Gare Dû Nord ji bo grev û çalakiyan li hev kom bûn. Di çalakiya 8’ê Adarê de jinan di grevê û çalakiyan de hatin ba hev. Çalakî ji bo bîranîna sê şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de hatin qetilkirin û ji bo careke din edaletê bînin bîra rayedarên Fransî, ji aliyê 34 rêxistinên jinan ve hat lidarxistin.
Çalakiya ku saet di 13:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, ji bo 3 jinên Kurd careke din edalet hat xwestin û ji rayedarên Fransî re ev tişt hate gotin: “Bi qetilkirina 3 hevalên me re Erdogan û hikûmeta wî xwest peyamekê bidin jinên Kurd. Em bang li hemû jinên têkoşer, hunermend, nivîskar, akademîsyen û siyasetmedaran dikin ku dengê xwe bilind bikin. Bila hêzên li pişt sê sûîqestên Parîsê bên ronîkirin û darizandin. Divê nepeniya parastinê ya derbarê vê bûyerê de bê rakirin. Em bang li hikûmet û rayedarên Fransî dikin ku malbatên qurbaniyan qebûl bikin û bi rayedarên dadweriyê yên ku ji dozê berpirsyar in re hevkariyê bikin."
MONEMENTA SÊ JINÊN ŞOREŞGER ÊN KURD HAT ZIYARETKIRIN
Piştî vê bangê endamên Tevgera Jinên Kurd û nûnerên tevgerên jinên Fransa kulîlk danîn ser bîrdariya ku ji bo bîranîna 3 jinên Kurd ên Komkujiya 9'ê Çileyê li ber avahiya ku Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê lê ye hatibû lêkirin. Li ser banga rêxistinên jinan ku daxwaza xwe ya edalet û ronîkirinê dubare kirin, saeta yekemîn a çalakiyê ya di çarçoveya 8’ê Adarê de ji bo yekîneya enternasyonalîst hate veqetandin.
Nadia Chabanne li ser navê yekîneya Pole-Înternatîonal ku ji jinên Tevgera Jinên Kurd, Cezayîr, Îran, Sûdan, Tamîlî, Arjantîn, Gûatemala, Emerîkaya Latîn, Fas, Fîlîstîn, Ukrayna, Efganistan, SKB, Şîlî û ji her derê cîhanê pêk tê axivî û got: “Em jin ji her 4 aliyên cîhanê di vê roja cîhanî ya mafên jinan de di 8’ê Adara 2022’an de li ba hevin. Dîsa di 8’ê Adarê de, li Fransa û li her dera cîhanê newekhevî û tundiya li ser jinê didome. Her çiqas wekheviya zayendî weke mafekî bingehîn ê mirovan bê îlankirin jî em her roj dibînin ku ev wekhevî di pratîkê de pêk nayê.”
JIYAN Û AZADIYA JINAN DI BIN METIRSIYÊ DE YE
Chabanne diyar kir ku ji her 3 jin ên li cîhanê jinek dibe qurbanî û bi berfirehî bal kişande ser cînayet, tecawiz, ji mafê azadiya tevgerînê bêpar hiştin, zewicandina bi zorê, kurtaj, revandin, şîdeta zayendî û hwd yên rojane li ser jinan pêk tê û got, “Gef li jiyan û azadiya jinan tê kirin.”
Piştî axaftina Chabanne daxuyanî û bangên rêxistinên jinan bi taybetî ya TJK-F hat xwendin û peyamên rêxistinên jinan ên welatên din hatin xwendin.
JIN BI PANKARTA GREVÊ YA FEMÎNÎSTÎ MEŞIYAN
Xwepêşandana 8’ê Adarê ji saet 14:00’an ve veguherî meşekê. Di pêşiya çalakiyê de pankarta Greva Femînîst a hevpar a tevgerên jinan ên ku çalakî li dar xistibûn hate vekirin û piştre sendîkayên rêxistinên jinan û partiyên siyasî di dawiya baska meşê de meşiyan.
Jinan ku di meşê de li çend qadên girîng sekinîn, herî dawî li ber nexweşxaneya Tenon rawestiyan. Jinan li wir seroka Beşa Zarokanînê ya Jinan ku hê jî erka wê jê nehatiye standin hat şermezarkirin.
LI MARSÎLYAYÊ BI SEDAN JIN MEŞIYAN
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi boneya 8’ê Adarê pîrozbahiyeke girseyî hat lidarxistin û bi sedan jin tevlê bûn. Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan ya ku di saetên siharê li meydana Vîeûr Portê stand danîbûn ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” îmze kom kir. Jinan her wiha danezanên ku daxwaza azadiya fîzîîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir belav kirin.
Piştre ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê li ser banga Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan bi sedan jin li meydana Canabîere hatin ba hev. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrxan peyam hatin xwendin û govend hatin gerandin.
Piştre jî meş ber bi qada Vîeûx Port ve dest pê kir û bi rêxistinên jinan re li qada Vîeûx Portê hatin cem hev. Jinên ku cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn bi Kurdî û Fransî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di meşê de pankartên "Xwe rêxistin bike, li berxwe bide, azad bijî" û "Jin, Jiyan, Azadî" û wêneyên jinên siyasetmedar ên Kurd bi taybetî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û alên TJK-E hatin hilgirtin. Dema jinan bi muzîk û dirûşmeyan govend gerandin, di dawiya meşê de zincîra mirovî ya ji aliyê rêxistinên jinan ve hatibû çêkirin, hate avakirin.
LI MONTPELLÎERÊ MEŞA BI COŞ
Jinên Kurd ên li Montpellîerê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek girseyî li dar xistin. Di meşa ku coşa jinan têde bal kişand de, bi hezaran jin li Antîgonê kom bûn û dirûşmeyên "Em li her derê ne" û "Jin, Jiyan, Azadî" berzkirin. Di meşa ku bi daxwaza têkoşîna hevpar a jinan hat lidarxistin de ji bo PKK ji "Lîsteya Rêxistinên Terorê" bê derxistin de bi dehan îmze hatin berhevkirin.