Weqfa Jinê ya Şengalê: Ji bo jiyanek azad û wekhev em banga tifaqê dikin

Waqfa Jinê ya Şengalê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got:“Ji bo jiyanek azad û wekhevî em banga tifaqê li hemû jinên cîhanê dikin.

Waqfa Jinê ya Şengalê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û got:“Dema ku jin bi ruhê xwe yê têkoşer, berxwedêr û fedayî dest bi şerê azadiyê kir, welat ji nûve şîn bû û jiyan carek din bi destê jinê herikî. Jin çiqas xwe bi rêxistin bike ewqas digihêje heqîqetê. Êdî peywîra her jinê ye ku tevlî vê berxwedanê bibe û yekitiya xwe ava bike.“

Peyama Waqfa Jinê ya Şengalê wiha ye:

“Her sal di 8’ê Adarê de ruhê jinê yê parêstvan, avakar û xwedawend ji nû ve geş dibe. Ji dîrokê heta roja îro li tevahiya cîhanê jin ji ber nasnameya xwe ya zayendî di hemû qadan de weke siyasî, civakî, aborî, tendirustî, hiqûqî, dîplomasî û di gelek qadên din de bê maf hatin hiştin. Her wiha bi fizîkî û derûnî rastî qirkirina bi sîstematîk hat. Li hemberî vê yekê jinê tu carê serî netewand û li ser rêya azadiyê meşa xwe domand.

Ji ber vê yekê dijmin êrîşên xwe yên li ser jinê kûr dike û bi taybetî jî jin hedef tê girtin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de ev rastî cardin derket li ber çavan. Dijminê hov û qirker dixwaze bi jenosîd a li ser civaka Êzîdî û bi taybetî bi femisîd a li ser jin ê, tevahî civaka Êzîdî tune bike. Statuya jinê, statuya xwedawendi ye. Temsîla giştî civakê û erdnîgariyê ye. Dema êrîş birin ser jinê, çiya, dar û gulên welat xwîn herikî. Dema jin bi ruhê xwe yê têkoşer, berxwedêr û fedayî dest bi şerê azadiyê kir, welat ji nû ve şîn bû. Jiyan carek din bi destê jinê herikÎ. Jin çiqasî xwe bi rêxistin û perwerde bike ewqasî dikeve dibin lêgerîna jiyanekî azad û digihê heqîqetê. Roja 8’Adarê mînaka vê ya herî ber bi çave. Ev roj, şerê ji bo parastina mafê jinê û berxwedana li hemberî dijmin îfade dike. Di heman kêliyê de hilweşandina pergala talankarî û bindestî ye. Weke her car vê carê jî ji bo jin bigihe mafê xwe yê jiyanê û keda jinê werê parastin, berdêlên giran hatin dayîn. Êdî erka her jinê ye ku tevlî vê berxwedanê bibe.

Em weke Waqfa Jinê ya Şengalê vê rojê li hemû jinên navê xwe di dîrokê de nivîsandine û li hemû  jinên cîhanê pîroz dikin. Ji bo jiyanek azad û wekhevî em banga tifaqê li hemû jinên cîhanê dikin.“