Jinan ji Nisêbînê deng hildêran: Em ê tecrîdê rakin

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jin ji bo 8'ê Adarê hatin cem hev. Di pîrozbahiyê de hate gotin, ''Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Em ê pergala Îmraliyê ya ku birêz Ocalan têde îzole kirine ji holê rakin.''

Meclîsa Jinan a HDP’ê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li qada Newrozê şahiyek rengîn li dar xistin. Jin bi cilên xwe yên netewî hatin qadê û xemla wan rengîn xwe li qadê nîşan da. Jinan dovîz hildan û bênavber dirûşmên wek, “Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwin em bi tere ne ey Serok" berz kirin. Jinan li ber muzîkê govend geran. 


  
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê yên Nisêbînê Perîxan Altug axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP’ê û got: “Em dayik aştiyê dixwazin. Em dixwazin girtiyên me bên azadkirin. Em ê ji bo vê têbikoşin.” 
 
Pişt re Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr di şahiyê de axivî û bi bîr xist ku jinan li Newyorkê meşaleya vê rojê pêxistin û îro jinên kurd vê meşaleye geş kirine. Taşdemîr anî ziman ku têkoşîna jinên kurd îro li her deverê belav bûye û jinên kurd hêza ji jinên berxwedêr, ji Garîbe Gezer, Denîz Poyraz digire. Taşdemîr destnîşan kir ku parlamentera wan Semra Guzel rastiya jinên kurd e û rastiya wan hemûyan e. Taşdemîr diyar kir ku îktidara AKP-MHP’ê di polîtîkayên şer de israr dike û ev şer bandorek mezin a neyînî li ser jinan dike. 
 
Taşdemîr bal kişand ser çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: “Îro çareserî çi ye? Hûnê îradeya kurdan qebûl bikin. Hûn ê nasname, ziman û hebûna kurdan qebûl bikin. Hûnê dawî li polîtakayên xwe qeyûman bi dawî bikin. Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Em ê pergala Îmraliyê ya ku birêz Ocalan têde îzole kirine ji holê rakin. Heta ev nebin ev welat rast nabe. Heta hûn li jinên kurd guhadr nekin, hûn nikarin pirsgirêkan çareser bikin.