Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Îzmîrê du meşên cuda hatin lidarxistin. Jinên ku di pêşengiya Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) de hatin cem hev, bi dirûşmeya "Ji bo cîhanek wekhev û azad û bê mêtingerî em di îsyanê de ne" li ber Navenda Çandê ya Turkan a li Kolana Şehîdên Qibrisê ya Alsancakê li hev kom bûn.
Di çalakiya ku bi hezaran jin hatin ba hev de, bi sedan pankart û dovîzên têkildarê mafên jinan û destkeftiyên wan ku li ser hatibûn nivîsandin, "Em bi hêrsa xwe li kolanan in, bi îsyana xwe em li hemberî barîkatan in", "Ji bo maf û jiyana xwe em îsyanê bilind dikin", "Jin jiyan azadî", "Jinên ciwan tirsa faşîzm e, peşengên berxwedanan e", "Eger krîz hebe wê îsyan jî hebe" û "Em ber bi şoreşê ve dimeşin" hatin hilgirtin.
YEK BI YEK BARÎKATÊN POLÎSAN ŞIKANDIN
Di çalakiyê de dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Em bêdeng nabin, natirsin, serî natewînin", "Bijî hevgirtina jinan", "Denîz Poyraz îsyana me ye", "Bila bav bê, bila mêr bê, heya dawiyê îsyan, heya dawiyê azadî” bi yek dengî hatin berzkirin. Di dirêjahiya meşê de navê jinên hatinî qetilkirin hatin xwendin û hate gotin ku wê navê wan di têkoşînê de bên jiyîn. Jinên ku ji vir xwestin li ber OSYM'ê bimeşin li pêş û derdora wê bi sedan barîkatên polîsan hatin danîn. Li bajarê ku barîna baranê lê serdest bû, jin li ber OSYM'ê meşiyan û barîkatên polîsan şikandin.
Hat diyarkirin ku di meşa destpêkê de 3 jin ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.
JI BO CARA 2’MÎN BERXWEDAN
Jinên ku meşa destpêkê ya li vir bi dawî kirin, vê carê jî ji bo Meşa Şevê ya Femînîst xwestin ji Navenda Çanda Lemanê heya ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan bimeşin. Polîsên ku destûr nedan jin li vir bimeşin, barîkat danîn. Lê belê di encama berxwedana jinan de barîkat careke din hate hilweşandin û Meşa Şevê ya Femînîst a Jinan lidar xistin.
DENÎZ POYRAZ NEHAT JI BÎRKIRIN
Wekîla HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî li pêşiya kortejê bûn. Di Meşa Şeva Femînîst de pankarta "Li dijî baviksalarî û xizaniyê îsyana femînîstî" hat vekirin û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. Li vir jî bê navber dirûşmeyên "Ji jinên berxwedêr ên cîhanê re hezar silav" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin.
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn beşdarî meşê bûn, bi erbaneyên di destên xwe de û tilîliyan dengê xwe bilind kirin, careke din anîn ziman ku ewê li hemberî tundiya dewleta mêr serî netewînin û dengê xwe bilind bikin.
'EM Ê JIYANA AZAD BIDEST BIXIN'
Daxuyaniya piştî meşê wiha ye: “Li dijî paşve kişandina îmzeya ji Peymana Stenbolê, qetilkirina jinan a hovane, êrîşên paşverû yên li ser mafên me, rijandina hemû barê krîzê li ser me, xizanî, bê ewlehî û xizmetkarî, li vir em di îsyanê de ne. Em jinên ciwan ên ku li dijî tundiyê têdikoşin, jiyana xwe diparêzin, nahêlin siberoja jin û zarokan were dizîn, li dijî rejîma yek kesî bi deh hezaran kolan tijî dikin, em dest ji Peymana Stenbolê, maf û jiyana xwe bernadin. Ne tenê di 8'ê Adarê de, her roj em ê hevgirtin û têkoşîna jinan mezin bikin, li hemberî kesên ku xizaniyê weke erka xwe dibînin, li dijî îstîsmar û tundiyê em ê bi hev re jiyaneke wekhev û azad bi dest bixin."
Meş bi govend û dîlanê bi dawî bû.
PEYMANA STENBOLÊ DIDE JIYÎN
Endamên Platforma Piştevaniya Jinan a Aydinê li ser rêya Evînê ya li navenda bajêr li pişt pankarta "Ji îsyanê ber bi berxwedanê, ji berxwedanê ber bi azadiyê ve" li ser Rêya Hezkirinê ya li navenda bajêr meşiyan û dovîzên, "Ne tesaduf e, tundiya mêr e", "Em di azadiyê de bi biryar in, em di jiyanê de bi israr in" û "Peymana Stenbolê we dide jiyîn" vekirin.
JI BO CÎHANEK AZAD
Endamên Platforma Jinan a Manîsayê bi dirûşmeya "Em ji bo cîhanek wekhev, azad û bê mêtingerî li ber xwe didin" li Meydana Magnolyayê daxuyanî dan çapemeniyê. dirûşma "Jin li dijî xizanî û desthilatdariya mêr di nava îsyaneke femînîst de ne." Jin li ber Mizgefta Tepecîk a navçeya Bodrum a Mûglayê hatin cem hev û meşiyan.
Li aliyê din jinan li bajarên Mûgla, Aydin, Balîkkesir û Denîzliyê 8'ê Adarê bi meşan pîroz kirin.
DERYA REŞ DI ÎSYANÊ DE YE
Platforma Jinan a Gîresûnê li kolana Gazî li hev kom bûn û meşiyan. Di meşa ku pankarta "Ji serhildanê ber bi berxwedana li dijî şer, îstîsmar û şîdetê, ji berxwedanê ber bi azadiyê ve" hatin vekirin de pankartên "Çiyayan qul neke Ferhat mal gêzî bike" û "Îtaatî nîne, berxwedan heye" hatin hilgirtin. Piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Parka Ataturkê, girseya gel bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anî.
Li navçeya Hopa ya Artvînê jin li Parka Hopa li hev civiyan û li navçeyê meşiyan. Di daxuyaniyê de pankartên "Li dijî destavêtin, fuhûş, paşverûtî, şer û îstîsmarê îsyana me ye" û "Wê birjangên me nekevin" hatin vekirin. Daxuyanî bi horonan bi dawî bû.
Li navçeya Samsûn Îlkadim jî jin hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan.