Mêtingeriya keda jinan a ji aliyê mêr û dewletê ve li Cenevre, Lozan, Bern, Wînterthûr, Lûzern, St Gallen û Bellînzona jî di nav de li gelek navendan bi meş û mîtîngên şevê hat protestokirin. Endamên Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi dirûşmeya "Li berxwe bide, xwe rêxistin bike, azad bijî!" cihê xwe di nava çalakiyan de girt.
BERN
Endamên Meclisa Jinê ya Şehîd Mizgîn a li Bernê di çarçoveya pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ligel saziyên jinan ên enternasyonalîst li meydana Schutzenmatte ya Bernê hatin cem hev.
Jinên ku alên YPJ'ê vekirin wêneyên Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hilgirtin. Jin bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Li dijî faşîzmê mil bi mil" meşiyan. Di meşê de srûdên Rojava û YPJ’ê hatin lêxistin.
Di meşê de jinên Swîsreyî bi sirûdên YPJ'ê govend gerandin û dîmenên rengîn derketin holê.
Dema jin gihiştin qada Kornhaûsplatzê, li ser navê jinên Kurd Hevseroka Meclîsa Jinê ya Şehîd Mizgîn Hediye Mûnzûr daxuyanî da.
Mûnzûr da xuyakirin, ku li dijî qirkirinên jinan, qetlîamên hawirdorê, tecrîd û polîtîkayên şer dema parastina jina azad û xwezayê hatiye û diyar kir ku jinên Kurd dixwazin li dijî pêkhateyên baviksalarî yên bi sedan sal in heyî, bi hev re têbikoşin û birêxistin bikin.
Mûnzûr anî ziman ku her roj mafê jiyanê yê jinan tê binpêkirin û got, polîtîkayên şer û modernîteya kapîtalîst şîdeta xwe ya aborî, derûnî û fizîkî ya li ser jinê zêde kiriye.
Piştî axaftina Mûnzûr li ser navê rêxistinên jinan ên enternasyonalîst jî axaftin hatin kirin.
CENEVRE
Li bajarê Cenevreyê jinan bi standên ku ji aliyê platformên jinên Swîsreyî û yên koçber ve li kêleka Gola Cenevre ya Bel-Aîr danîbûn 8’ê Adarê pêşwazî kirin. Jinan li standan bi çalakiyên ku organîze kirin daxwazên xwe anîn ziman, pankartên ku têde bangên bilindkirina têkoşîna azadiya jinê hebûn li cihên bilind û girîng ên bajêr hatin daliqandin.
Jin wê bi meşa ku bi şev organîze bikin wê li kolanên Cenevreyê daxwazên xwe biqîrin.
LOZAN
Li Lozanê, qadeke din a çalakiyê ji bo jinan, Place dû St Moûrîse bû, ku navê wê wek Kolana 14’ê Hezîran (Place dû 14 Jûîn) guhertine. Jinên ku li dijî biryara Meclîsa Federal a Swîsreyê ya temenê xanenişîniyê ji 64’an bibe 65’an, banga greva giştî kirin, jinan bi bîrxistina 14’ê Hezîrana 1991’an ku 500 hezar jin ketin greva giştî hişyarî dan Meclîsa Federal.
Di axaftinên li ser navê saziyên jinan ên beriya meşê hatin kirin de li dijî şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam dike peyama "Em weke jin şer naxwazin" hat dayîn.
“Li dijî qirkirina jinan; Endamên Meclîsa Jinan a Lajînê ku xwedî li pêngava "Dema Parastina Jin û Civaka Azad e"derket, bi reng û dirûşmeyên xwe cihê xwe di çalakiyê de girtin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Lajînê jî daxuyaniya TJK-E ya 8'ê Adarê hat xwendin.
Piştî axaftinan jinan bi dirûşmeyên ku banga greva giştî dikirin, ji vir dest bi meşê kirin. Jinan li kolanên Lozanê saetekê bi berzkirina dirûşmeyan meşa xwe berdewam kirin, jinan bi mîtîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.
BELLÎNZONA
Li bajarê Bellînzona jinan li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan bang li parlamentoya kantonê kirin û mîtîngek li dar xistin.
Di axaftinên li vir de li ser navê saziyan hate kirin de, hate destnîşankirin ku her 10 rojan carekê jinek bi tundiya mêr tê kuştin û her hefte li dijî jinê hewldana qetlîamê tê kirin û hate xwestin ku qadên jiyanê yên ku jin tê de xwe bi ewle hîs bikin bên çêkirin.
Jinan 8'ê Adarê li paytext Bern û Wînterthûrê bi meşên şevê pêşwazî kirin, daxwaza 'li dijî şer aştî' anîn ziman û peyama 'Li dijî zilam û desthilatdariya dewletê kolan ên me ne' dan.
Li bajarên Lûzern û St Gallenê jî jin daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.
Li Swîsreyê heta 12’ê Adarê wê jin bi çalakiyên xwe li qadan bin.