Li Mexmûrê 8’ê Adarê: Em ê Rêber Apo azad bikin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bi coş û moralekî mezin 8’ê Aadarê hate pîrozkirin. Jinan di pîrozbahiyê de bi yek dengî gotin: “Wê hêza jina azad, Rêber Apo bi awayê fîzîkî ji pergala Îmralî rizgar bike.”

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8’ê Adarê bi coş û kelecanekî mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê hat lidarxistin. Bi kombûna gel û hatina xwendevanan re pîrozbahiya 8’ê Adarê bi deqeyek rêzgiritin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser girîngî û wateya rojê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Pakîstan Bîlen axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinên wargehê pîrozkir û got: “Em di serî de 8’ê Adarê li Rêber Apo, şehîdan, berxwedanvanên zîndanan û tevahî jinên şoreşger pîroz dikin. Em hêvî dikin ku wê ev roj bibe wesîleya azadiya Rêber Apo ya fîzîkî. Bi sedan jin di vê rojê de, ji ber ku daxwaza mafên xwe dikirin, hatin şewitandin. Her wiha ji wê rojê heta niha, bi hezaran jinên mîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan hatine qetilkirin. Em wan jinan, bi minetdarî bibîr tînin û bejna xwe li ber wan de ditewînin. Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin û jinê azadbikin. Dijmin ji îradeya jinê ditirse û lewma êrîşî jinê dike. Lê bila dijmin bizane em tu caran serî li himendiya mêr natewînin. Îro jin bûye îrade û li her derê pêşengtiyê dike. Wê jin bi sekna xwe Rêbertî û civakê azad bike. Em ê wek jin bi yekitiya xwe serkeftinê bidest bixin û bigihijin azadiyê.”

Piştî axaftina Pakîstan Bîlen, bernameya pîrozbahiyê bi koma muzîkê ya Wexfê, şanoya ‘Jinim Jiyanim’ a Kevana Zêrîn û koma muzîkê ya Kevana Zêrîn bi coşekî mezin berdewam kir.

Herî dawî Hunermend Nuarîn bi sitranên xwe reng da pîrozbahiyê û bi gerandina govandê pîrozbahiya 8’ê Adarê bi dawî bû.