Di mitînga 8’ê Adarê ya Êlihê de jin bi dowîz û dirûşman herikîn qadê. Qada mitîngê bi cil û bergên rengîn ên jinan xemilî. Jinan, di peyamên xwe de azadî ji girtiyên nexweş re xwestin.
Jinên Êlihî di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qada mitîngê hatin ba hev. Mitîng, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate organîzekirin. Mitîng dê saet di 12.00’an de dest pê bikira lê jinên Êlihî bi saetan beriya destpêkirina mitîngê herikîn qadê.
Her wiha endam û rêveberên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, rêxistinên HDP û DBP’ê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), pêkhateyên KESK’ê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) û gelek rêxistinên civaka sivîl jî tevî bi hezaran jinên Êlihî bi cil û bergên xwe yên rengîn li qada mitîngê amade bûn. Hejmara jinan a li mitîngê her ku diçe zêdetir dibe. Li dika mitîngê, dirûşma pîrozbahiyên îsal a “Dem Dema Azadiya Jinan e” hatibû hilayîstin.
Jin, bi flameyên kesk, sor û zer, xemrî û spî hatin qada mitîngê. Jinan, peyamên xwe bi pankart, dowîz û lolîpopan dan. “Bijî berxwedana jinan”, “Êdî bes e, dem dema azadiyê ye”, “Çi bi Gulistan Doku bû?” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” çendek ji van peyaman bûn. Di heman demê de jinan alên ku li ser “Jin, jiyan, azadî” hatibûn nivîsandin hejandin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” berz kirin.
Wekîla HDP'ê Feleknas Uca li mîtîngê axivî. Bal kişande tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala nû got, ''Helbet, em ê deriyên girtîgehan vekin, deriyê gritîgeha ku Rêzdar Ocalan jî tê de ye...Ji bo ku çek rawestin û aştî were divê deriyên Imraliyê ve bin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd divê dîsa hevdîtin çêbinin. Rêzdar Ocalan herî dawî di hevdîtina xwe de gotibû, di nav heftiyekê de ew dikare pirsa Kurd çareser bike. Lê dewletê çi kir? Şerê giştî li dijî Kurdan ragihand.''
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydeniz axivî. Aydeniz jî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û got, ''Tecrîdek heye ku ji Imraliyê dest pê kiriye û li her deverê berbelav bûye.Ji ber tecrîd ji ber girêkîbûna çaresernekirina pirsa Kurd e. Herî pir jin li dijî tecrîdê têdikoşin û wê têbikoşin. Ji bo kaosa li cîhanê çareyek tê dîtin, adrêsa vê çareseriyê û paradîgmayê Rêzdar Abdullah Ocalan e. Heta ku şertên azadiyê werin danîn Kurd û jin wê dengê xwe rakin Tecrîd tê maneya zêdetir hêstirên çavan, şer û gefan. Em jin li her deverê em ê têbikoşin.''