Mîtînga Amedê: Jin wê deriyê Imraliyê vekin
Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran,got ''Bi helwesta meya biryardar wê tecrîd were şikandin û deriyê Imraliyê were vekirin.''
Hevberdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran,got ''Bi helwesta meya biryardar wê tecrîd were şikandin û deriyê Imraliyê were vekirin.''
Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dîcle Amedê (DAKAP) li qada Stasyonê ya Amedê bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" mîtîngek tê lidarxistin. Jinên ku li bendên kontrolê hatin astengkirin, bi kortejan ketin qadê û mîtîngê bi vî rengî dest pê kir. Jinên ku gihîştin qadê ji aliyê jinê li qadê ve bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin" hatin pêşwazîkirin.
Li qadê ku mîtînga herî girseyî ya salên dawî lê tê lidarxistin, jinan zexta li ser girtiyê nexweş û jinan şermezar kirin.
Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Garîbe Gezer a ku li Girtîgeha Kandirayê hate qetilkirin û bîranîna hemû şehîdan dest pê kir. Piştre bi navê Komîteya Amadekar Berfîn Polat derkete ser dikê.
Berfîn Polat anî ziman ku xizanî, tundî û komkujî herî zêde bandorê li jinan dike û destnîşan kir ku bi têkoşîna 100 salî wê li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin.
MALBATÊN GIRTIYAN BANG KIRIN
Piştî Polat ji malbatên girtiyan ên 113 roj in di Nobeda Edaletê de ne Încî Guler axivî. Guler 8'ê Adarê li Aysel Tûglûk û girtiyên jin hemûyan pîroz kir. Guler bi bîr xist ku girtiyên nexweş û yên ku cezayên wan temam bûye nayên berdan û got, "30 sal in bernadin. Em dixwazin dayik hemû bi me re bin. Em xwedî li zarokên xwe derkevin."
Piştî Guler, dayika Garîbe Gezer Halîme Gezer derkete ser dikê û beşdarên mîtîngê silav kir. Dayik Gezer got, "Garîbe hûn in" û xwest girtî hemû bêne berdan.
Hevberdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran jî li mîtîngê axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Başaran, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li ser tevahiya civakê berbelav bûye û wiha domand: “Dixwazin bi hezaran hevalên me yên li girtîgehê bi tecrîdê tune bikin. Wekî her carê em dibêjin; li vê erdnîgariyê pirsgirêkek heye û navnîşana çareseriya vê pirsgirêkê jî Îmrali ye. Heta ku tecrîd bi dawî dibe, em jin dê têbikoşîn. Bi têkoşîna me dê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê bên vekirin.”