Jinên Şengalî 8'ê Adarê pîroz kirin
Jinên Şengalî 8'ê Adarê slav kirin û gotin ew ê ji bo jinên Êzîdî û Iraqî şoreşa hişî bikin.
Jinên Şengalî 8'ê Adarê slav kirin û gotin ew ê ji bo jinên Êzîdî û Iraqî şoreşa hişî bikin.
Li Şengalê ji bo 8’ê Adarê jin heftiyeke li qadanin, îro şahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi şahiyekî tê pîroz kirin. 8’ê Adarê îsal li Şengalê bi dirûşmeya “Yekîtî û Têkoşîna Jinê Wê Pêşî li Fermanan Bigire, Xweseriya Şengalê Ava Bike” tê pêşwazîkirin.
Şahiya 8’ê Adarê li Deriyê Kersê ya Çiyayê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) tê pîroz kirin. Di saetên nîvro de bi sedan jinên ciwan û dayikên Şengalê li Baxçeya Serokatî ya li Deriyê Kersê kom bûn û li gel stran û govendê bi coşeke mezin dest bi pîrozkirina vê rojê kirin.
Bernameya şahiyê ji bo şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî xêrhatina mêvanan, Endama Koordînasyona TAJÊ Riham Hico, li ser navê jinên Êzidî axaftinek kir û cejna 8’ê Adarê pîroz kir. Riham Hico di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek jinên Şengalê bi berxwedan û serhildanê vê rojê pîroz dikin û wiha axivî: “Êrîşên li ser jinan, êrîşên li ser civakan berdewam dike. Jin û civak têne koçberkirin, welat têne dagirkirin. Em jinên Êzidî ku 7 sal in li hemberî dagirkerî û qirkirinê, li hemberî plan û komployan li ber xwe dane, em dibêjin ku çiqasî êrîş dijwar dibe, emê wekî jinên Êzidî tu carî serî netewînin. Em ne tenê ji bo Êzidî têkoşînê dikin. Xebatên me ji bo tevahiya jinan e. Emê ji bo jinên Êzidî, jinên Iraqê şoreşeke zihnî pêş bixin.”
Piştî axaftina Riham Hico, ji Fermandarriya Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Întîqam axivî. Axîn Întîqam jî di serî de 8’ê Adarê li Rêber Ocalan û hemû jinên berxwedêr û têkoşêr pîroz kir û wiha got: “Em di rojeke bi heybet de ne, rojekî tijî têkoşînê ye. Sistema baviksalarî bi şidet û wehşet xwe dide berdewam dikin. Ne tenê rojekî, em ji bo jiyaneke azad têkoşîn dikin. Bi sedan jin bi têkoşîna xwe mohra xwe li dîrokê xistin. Êrîşên ku li ser gelê me, di şexsê jinê de tê meşandin, êrîşên dagirkirina jiyana azad e.”
Fermandar Axîn bi van gotinan bang li hemû jinên ciwan kir ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin: “Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku çeka tolhildanê rakin. Em hemû jinên ciwan dawetî vê têkoşînê dikin. Yê ku jinê bigihine azadiyê fikr û felsefeya Rêber Apo ye. Em bi silaveke germ 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin.”
Axaftina Axîn întîqam bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hate pêşwazîkirin.
Piştî axaftinan bernama 8’ê Adarê bi çalakiyên hunerî berdewam dike.