Li Dersimê mîtînga 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin

Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinên Dersimî mitînga pîrozbahiyê li Qada Seyîd Riza li dar xistin. Di mitîngê de hate gotin ku qîrîna 8’ê Adarê ya jinên Kurd a ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi xwe re yekitiyê tîne.

Di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinên Dersimî mitînga pîrozbahiyê li Qada Seyîd Riza li dar xistin. Li qada mitîngê coşeke mezin hebû û jinan bi pankart, dowîz û dirûşmên xwe peyam dan. Jinan, di mitîngê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em bêdeng namînin, îtaet nakin” û “Bijî têkoşîna jinan” berz kirin û li ber dawûl û zirnayê xelekên govendan gerandin.

Mitîng, bi axaftina endama Platforma Jinan a Dersimê Fatma Argin dest pê kir. Taşkale diyar kir ku li dijî serdestiya mêr, newekhevî, tundî, şer, kedxwarî û xizaniyê weke jinan dîsa dadikevin qadan. Di berdewamê de jî Taşkale destnîşan kir ku bi têkoşîna xwe hewl didin pêşî li polîtîkayên zext, tundî û çewisandinê yên mêrê serdest bigirin. Bi domdarî Taşkiran bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û xwest ku hemû girtiyên nexweş di demekî herî kin de bên berdan.

Endama MYK’a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Sîncar jî ji ewil hemû siyasetmedarên jin ên siyasî silav kir û da zanîn ku ew li dijî şer, qirkirin û tundiya li ser jinê, li her devera Kurdistanê daketine qadan.

PEYAMA PLATFORMA JINAN

Her wiha di mitîngê de peyama Platforma Jinên Kurd a Yekbûyî jî hate xwendin. Platformê di peyama xwe de destnîşan kir ku ew 8’ê Adarê li her çar aliyên Kurdistanê bi ruhê jinên Kurd pêşwazî dikin û wiha bi dawî kir: “Ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur û heta Başûrê Kurdistanê, qîrîna 8’ê Adarê ya jinên Kurd dê yekitiya jinên Kurd ava bike. Her gelek, dîroka xwe bi ziman û çanda xwe dinivîse. Banga me jî ji bo hemû jinên Kurd ew e ku her yek ji me bibe nefereka ziman û çanda xwe. Bi vê wesîleyê em 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz dikin. Bijî Yekitiya Jinên Kurd.”

Piştî axaftinan jî Koma muzîkê ya Şaredariya DErsimê derket ser dikê û jinan li ber stranên wan xelekên govendê gerandin.