Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek da û ev roj li hemû jinan pîroz kir. Peyama Fermandariya YPJ`ê dê li şahiyên li seranserê bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were xwendin.
Femandariyê di peyama xwe de got: “Roj bi roj jin nîşan didin ku dikarin civakê ber bi guhertinê û asoyên demokratîk ve bibin. Di nirxandina serdema dawîn a têkoşîna jinan de ku hîna li dar e, em dibînin ku têkoşîneke hevpar ji bo guhertina qanûnên keyfî û zordariyê dimeşîne. Jinên Kurd û Ereb, entersyonalîst, Efgan, Efrîkayî û gelek jinên din li hember zîhniyeta baviksalar a desthilatdar li ber xwe didin.”
YPJ’ê di peyama xwe de îşaret bi bûyerên sala 2021`an kir û wiha diyar kir: “Di nirxandina me ya sala 2021`an de xuya bû ku gelek kêmasî hene. Ji bo ku mertalekê ava bikin, divê rêxistinên jinan têkiliyên di navbera xwe de xurttir bikin. Hemwextî geşkirina têkoşîna jinan, dewletên hegemon, rêbazên çewisandin û kolekirinê bi pêş dixin. Ji ber wê divê civaka jinan sûdê ji tecrubeyên berê bigire û mekanîzmayekê deyne ji bo mezkirina têkoşînê û pêkanîna yekitiyê di sala 2022`yan de.”
Fermandariya Giştî ya YPJ`ê soz da hemû jinan ku têkoşînê berdewam bike heta ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Her wiha ev roj li hemû jinên têkoşer pîroz kir û ji bo vê careke din soza berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê da.
Fermandariya YPJ`ê di dawiya peyama xwe de got: “Her sal mîna îro em soza xwe ya berdewemkirina têkoşînê dubare dikin. Divê sazûmaniya jinan bibe yek da ku bi hev re tê bikoşin û mafên xwe yên rewa bi dest bixin.”