JIN
Hemû Nûçe
-
Komîsyona Jinan a KNK’ê: Gelê Kurd divê silavê nede kesên bi dagirkeran re ne!
Komîsyona Jinan ya KNKê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Jinên Kurd pewîst e di siyaset û çalakiyan de bibin dengê wijdan û vîna Kurd.” -
Avrel: Rojnamevaniya jinê bi hêsanî bi pêş neket
Nûçegihana JIN TV Gulan Avrel bal kişand ser tundî û zordariya li rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê wekî vîlayeta xwe û mala Barzan jî weke waliyê xwe dibîne." -
Li Mexribeyê di nav mehekê de 3 jin hatin qetilkirin
Li Mexribeya ku qetilkirina jinan zêde bûye di meha Gulanê de 3 jin bi hovîtî hatin qetilkirin. -
Konferansa Jinan a HDP'ê: Em têkoşîna li dijî şer û îstîsmarê mezin dikin
Di encamnameya Konferansa Jinan a HDP'ê de biryar hate dayin, ku li dijî îstîsmara jinan, şer, dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet têkoşîn bê berfirehkirin. -
Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hate şermezarkirin
Komek çalakger ên femînist ji bo balê bikşînin ser tundiya jinan li ser xaliya sor a Mîhrîcana Fîlman a Cannesê pankartek vekirin. -
Li Wanê mirina bi guman a jinekê
Li Taxa Gundogdû ya navçeya Rêya Armûşê jina bi navê A.G. bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. -
Li Katalonyayê semînera Jineolojiyê hate lidarxistin
Li gundekî nêzî bajarê Barcelona yê Katalonyayê bi tevlîbûna gelek jinan semînera Jineolojiyê hate lidarxistin. -
Şaristan Dersim û Zap
Dema dilê axê gerîlayên wekî Şaristan Dersim dike destê xwe, ji we re jî ev tişt dimîne ku mirov wê di peyvên xwe de bidî jiyîn û nemiriyê xurttir bikî. -
Konferansa Jinan a HDP’ê bi dawî bû
Di Konferansa Jinan a Asayî ya 4‘emîn a HDP’ê de rê û rêbazên serdema nû hatin nîqaşkirin û di siyaseta rêya sêyemîn a HDP’ê de pêşengiya jinan û biryardariya têkoşîneke bi bandor li dijî êrîşên li ser destketiyên jinan derketin pêş. -
Li Mexmûrê ji bo endamên saziyan ên mêr dewreya jineolojiyê hate destpêkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve dewreyek berfireh a jineolojiyê ji bo endamên mêr ên saziyên wargehê hate destpêkirin. -
Dayikên Kobanê: Çiya cihê têkoşînê yê gerîla ye
Dayikên Kobanê piştevaniya xwe ji bo gerîlayên azadiyê nîşan dan û diyar kir ku çiya qadên azad ên gerîla ne ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. -
Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê bersiva girtinan bidin
Meclîsa Jinan a HDP'ê der barê HDP'yiyên piştî 4 rojan dîl hatin girtin de daxuyaniyek da û got: “Em ê bersiva girtinan bi konferansa xwe ya jinan bidin.’’ -
16'emîn Festîvala Jinan a Zîlan 18'ê Hezîranê ye
Jinên Kurd ên li Elmanyayê xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan amade dikin ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin. -
Jinek li Kampa Holê hat qetilkirin
Li Kampa Holê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin, di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê hat dîtin. -
Li Amed û Îzmîrê 2 jin hatin qetilkirin
Li Amedê jinek ji aliyê hevserê xwe yê ku di pêvajoya hevberdanê de bû û li Îzmîrê jî jinek ji aliyê zilamekî ku demekê jê veqetiyabû ve hatin qetilkirin. -
Li nêzî qereqolê cenazeyê jinekê hate dîtin
Li Qelqeliyê 300 metre dûrî qereqola leşkerî li bendavekê cenazeyê jinekê hate dîtin. Hate diyarkirin leşkeran tecawizî vê jinê kirine û piştre ew qetil kirine. -
Li Wanê şîdeta dewletê hat protesto kirin
Platforma Jinên Wanê diyar kir ku di 18 rojên destpêkê yên meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin û balkişand ku li pişt van komkujiyan dezgehên dewletê yên bi bîrdoziya baviksalar hene ku wan kesan diparêze, teşwîq dike û bêceza dihêle. -
Li Fransayê jinên Kurd li dijî dagirkeriyê dadikevin qadan
Jinên Kurd ên li Fransayê, bi pêşengiya TJK-F'ê wê di 20 û 21'ê Gulanê de dakevin qadan. Jin wê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bikin û bang li saziyên navneteweyî bikin. -
Spanya ji bo jinan tabûyekê dişikîne!
Li Spanyayê, hikumeta çepgir ji bo jinên ku ji ber mehikê diêşin, pêşnûmeyek li ser 'destûra manstruelê' pêşkêş kir. Ev yek li Ewropayê hewldaneke nû ye. -
Platforma Jinê ya Şahmaran: Ji bo jinek din jî ji me kêm nebe em ê têbikoşin
Platforma Jinê ya Şahmaranê ya Mêrdînê da zanîn ku di salên dawî de bi taybetî li Kurdistanê destdirêjî û kuştina bi destê kesên bi unîfroma zêde dibin û got: “Sedema sereke ya li pişta vê hêzê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ne.“ -
'Dewlet şerê xwe li Kurdistanê li ser jin û zarokan dimeşîne‘
Jinan serdana konê şînê yê ji bo Sakîne Kultur a li Silopiyê hatibû qetilkirin, kirin û diyar kirin ku dewlet, şerê xwe yê li Kurdistanê li ser bedena jin û zarokan dimeşîne. -
Siyasetmedarên ji Swêdê bang kirin: Êrişên Tirkiyeyê bidin sekinandin
Siyasetmedarên jin ên Swêdê diyar kir ku dewleta Tirk xwe dispêre lîsteya terorê û ji ber vê êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêde dike û got “Divê dinya nerazîbûnê nîşanî Tirkiyeyê bide.” -
Li Wanê jinek hat qetilkirin
Li navçeya navendî ya Rêya Armûşê ya Wanê jina bi navê Y.P. ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin. -
Jin ji bo Sakîne Kultur meşiyan
Li Silopiyayê jin li hemberî qetîlkirina Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hat qetîlkirin meşiyan û hovîtiya hatiye kirin protesto kirin. -
Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û notirvanan dan
Jinên Tîrêjên Rojê li ser rêya Şemzînanê li dijî polîs û notirvanan çalakiyek li dar xistin.