Şaristan Dersim û Zap

Dema dilê axê gerîlayên wekî Şaristan Dersim dike destê xwe, ji we re jî ev tişt dimîne ku mirov wê di peyvên xwe de bidî jiyîn û nemiriyê xurttir bikî.

Dibe ku pêwistiya pêşengiyeke esîl ev be. Li Kurdistanê belkî pêwistiya jineke bi esîl ev e. Pêwistiya herî mezin a esîlmayîn ev ku mirov heta dawiyê jiyanê biparêze û ji mirina ku dema wê hatiye re bibêje ‘Tu bi xêr hatî’. Li gel ku dijwar e mirov li Kurdistanê jin be. Lê rola pêşengtiya îdeolojiya ku nîşan daye jinbûn hebûna herî bedew e û ev tişt nîşanî hemû kesan daye, zor û dijwar e. Lê azweriya ji bo xîret û azadiyê gerîla xurttir kiriye. Dema mirov rastî gerîlayan tê, mirov li bîranînên wan guhdarî dike û dema ew qala tiştan dikin, mirov dikarin vî tiştî di çavê de wan de bibîne. Dibe ku gotina herî watedar ‘Dil neynika çavan e’ hildigire, ev şervan in. Kesên bûne şahidên tiştên gelekî mezin û gotinekê nakin, ew qehreman in ku wê kêlîkê dijîn. Carinan çavê wan diçe bîranînan, lê çavê wan her dem li hedefê ye, çavê gerîlayan li jiyanê dinihêre. Gerîla ya ku hêviya xwe di çavê xwe de vedişêre, ne mumkun e ku mirov baweriya wan a ji bo serfiraziyê nebîne. Di şertên herî dijwar de, li her derê dema ku kemîn hatibû danîn lê di çavê wan de dema ku ronahî hebe, helwesteke ji heyecana mezinkirina şitilekê zêdetir hêviyê dide. Bi vî awayî mirov dikare kesên wêrek û îxanetkar, yên zingarî û zindî ji hev derxîne.

Heke li çiyayan mirov li pey wan gerîlayan be yên ku dixwazin ruhê azadiyê zeft bikin, çavê şervanên wekî Şaristan her dem dikeve kadraja mirov. Heke li çiyayan hûn li pey wê razê bin ku ku gerîla ji bo wê şer dike, dilê şervanên wekî Şaristan wê were ba we. Dema dilê axê gerîlayên wekî Şaristan Dersim dike destê xwe, ji we re jî ev tişt dimîne ku mirov wê di peyvên xwe de bidî jiyîn û nemiriyê xurttir bikî. Ne peyv ne jî tiştekî din, Şaristan Dersim evîna xwe bi xwe daye îfadekirin.

Gerîlaya YJA Starê Şaristan Dersim a ku li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara şehîd bû, wê di çavê xwe de him dilê xwe û him jî hemû hîsên xwe hilgirt. Dema ku ev hîs û dilê wê di çavê wê de xwe dan der û ew kire dileke nayê zeftê, pê re jî ew bû pêşeng. Bû gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng. Berdêla hezkirina ji Zagrosê ya ku kokên wê ava kiriye, wê hebûna xwe li wir ava kiriye, xwe li Zapê kir diyarî ya ku mekanê herî berxwedêr ê Zagrosê ye. Wê bi xwestin, zanebûn, hîskirin û fikirandinê , tişta pêwist wê bi xwe hizir kir, li serada wijdanê xwe xist û ev tişt kir. Ew xwedî li rola ku dîrokê daye we, dema ku gerdûnê pêşkêşî wê kiriye û pêwistiya kêlîka ku wexta wê hatiye, tevî xwedîkerina li giyanê wê ev tişt kir. Şaristan Dersim difikirî ku wê neyê fêmkirin, wê hîsa nikare bide îfadekirin dida der jî wê evîna xwe ya ji bo Zapê û hezkirina ji bo Kurojahro dida der.

“Zehmet e ku mirov Zapê vebêje û qala Kurojahro bike. Belkî jî ez qal bikim, dibe ku neyê fêmkirn, bi ser de hinek kesên ku fêm nake û nabihîze û nabîne, belkî bibêjin tu zêde mezin dikî. Lê ne hevalên ku li min guhdarî dikin, kesên guhdarî dikin û hîs dikin û kesên li vir dijîn dikarin hay ji vî tiştî hebin. Ji ber ku ciha ku we ked daye, hûn lê tengijîne, we bi vir dide girêdan. Ji ber vê Kurojahro îradeya we xurt dike. Dibe mamostaya min. Kesayetiya min xurt dike, maneviyata min xurt dike. Ez dibêjim bêtir bûme gerîla, hîsên min zêde dibe. Ev cihekî mezin e, fireh e. Ji seriyekî heta seriyê din gerîla hene, dema ku em mûhabereyê dikin û carinan dema em notên xwe dinivîsin, ez fêm dikim ku zêde wateyeke zêde ya mesafeyê tune. Kurojahro him di warê fikrê de û him jî di warê hîsê de mezin kir. Erdnîgariya wê zehmet e, ji bo meşê pêyê me diêşand, bi qasî mezinahiya wê asoyeke fikrê jî hînî me dikir. Ji ber wê dev jî min nedixwest lê bifikirim ku wê rojekê dijmin were vir, li vir bijî. Wê wateyê nedin vir. Wê  nikaribin li vir bijîn. Wê mehekê bimînin, salekê bimînin, piştre terk bikin biçin. Ji ber ku li Kurojahro tiştekî wan tuneye ku ew xwe pê bigirin. Ji ber pêwistiya bîranîna kesên li vir xwîna xwe rijandine, em li vir xwîna xwe birijînin û şehadeta me li vir be jî, bi baweriya ku em ê her dem bi ser bikevin em ê bimînin û em ê bi bawerî şer bikin.”

Ey dem, ka a niha rabe tişta ku qala te dike, xwe dixe dilqê te û aliyên esîl ên gerîla bikî wekî xwe. Bikî wekî xwe da ku tu karibî heqê doza mafdar a gerîlayan bidî yên ku ji bo sonda azadiyê dane rê. Berxwedana Zapê bi van daxwazan dest pê kiribû, di 17’ê Nîsanê de gerîlaya jin Şaristan Dêrsim hembêza xwe ji mirina re dema wê hatibû vekir. Di 17’ê Nîsanê de wê xwe xist dilqê ruhê zeman. Ew li Zapê bû giyanek, bû temsîla kêlîkeke wekî Zapê. Şaristan Dersim a ku keça Ava Zê bû, bû giyanê kêlîka wê dema wê hatiye.