Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hate şermezarkirin

Komek çalakger ên femînist ji bo balê bikşînin ser tundiya jinan li ser xaliya sor a Mîhrîcana Fîlman a Cannesê pankartek vekirin.

Komeke parêzvanên mafên jinan a bi navê "Les Colleuses" li ser xaliya sor çalakî pêk anî. 12 endamên komê navê 129 jinên ji mîhrîcana Cannesê ya dawî heta niha li Fransayê hatine qetilkirin, li ser pankartekê nivîsandibûn hilgirtin û kulmên xwe rakirin hewayê. 

Çalakî di dema pêşandina fîlma Îranê ya bi navê Pîrêya Pîroz de pêk hat. Fîlma ku derhêneriya wê Alî Abbasî kiriye, li ser çîroka rastîn a Saeed Hanacî di 2000 û 2001’an de li bajarê Meşhedê 16 jin hatibûn qetilkirin hatiye çêkirin. 

Roja înê jî di galaya Hesreta Sê Hezar Salan de ji bo balê bikşîne ser tundiya zayendî ya li ser jinê, jinekê li alîyekî bedana xwe bi boyaxa sor ala Ukraynayê çêkiribû û li aliyê din jî “dest ji tecawizkirina me berdin” nivîsandibû. 

Roja yekşemê jî ji bo balê bikşînin ser tundî û qetilkirina jinan çalakî pêk hatibû.