Siyasetmedarên ji Swêdê bang kirin: Êrişên Tirkiyeyê bidin sekinandin

Siyasetmedarên jin ên Swêdê diyar kir ku dewleta Tirk xwe dispêre lîsteya terorê û ji ber vê êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêde dike û got “Divê dinya nerazîbûnê nîşanî Tirkiyeyê bide.”

Siyasetmedarên jin ên ji Swêdê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Kurdistanê dan. Siyasetmedaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji ber ku PKK di ‘lîsteya terorê’ de ye Tirkiye xwe dispêre vî tiştî û ji ber êrişan dike. Siyasetmedaran qebûl kirin ew naxwazin ku PKK di ‘lîsteya terorê’ de be û ji ber mafên mirovan, demokrasî û hiqûqê divê PKK ji vê lîsteyê were derxistin.

MORC: KURD LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê ŞER DIKIN, TIRKIYE JÎ ÊRIŞÎ KURDAN DIKE

Endama Partiya Çep a Konseya Şaredariya Uppsalayê Hanna Vîktorîa Morc diyar kri ku dewleta Tirk di êrişên dagirker de çekên kîmyewî bi kar tîne û ev tişt li dijî hiqûqê ye. Morc got “Tirkiye Kurdên li Iraqê bomberdûman dike. Ev li dijî binpêkirina hiqûqê ye. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e. Gelê Kurd li hemberî DAÎŞ’ê şer dike.Divê Tirkiye êdî welatên xwe yên cîran dagir neke û wan nekuje.”

BJORK: DIVÊ EM ŞERÊ ERDOGAN BIDIN SEKINANDIN

Endama Partiya Çep  a Konsey Ewropayê Malîn Bjork jî diyar kirku êrişên dewleta Tirk êrişeke emperyalîst e û got “Rejîma Erdogan li hemberî herêmeke Kurdan êrişeke emperyalîst dike. Êrişên Erdogan hemû herêmê dixe nav xetereyê. Çareseriya vî tiştî ne leşkerî ye, bi tenê çareseriyek heye divê hemû derdorên ku PKK jî di nav de ne, li ser maseyekê ji pirsgirêkê re çareseriyê bibînin. Divê em şerê Erdogan ê ku xwe spartiye tirsê bidin sekinandin.

WALDAÛ BANG LI HIKUMETA SWÊDÊ KIR

Parlementera Partiya Çep Ilona Szatmarî Waldaû bang li hikumeta Swêdê kir û xwest ji bo sekinandina dagirkeriya Tirk divê tevger çêbibin. Waldaû got “Tirkiye êrişî Kurdên li Iraqê dike. Tirkiye êrişî welat û gelekî din dike û dinya bêdeng e. Ez bang li hikumetê dikim, derbarê van êrişan bila bi Tirkiyeyê re rûnên.  Divê em êrişa Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan û PKK’ê bidin sekinandin.”

VARAS: DIVÊ SWÊD TIŞTÊN ZÊDETIR BIKE

Parlamentera Partia Çep Lorena Delgado Varas jî bal kişand ser endamtiya Tirkiyeyê ya di NATO’yê de û diyar kir welatekî endamê NATO’yê hiqûqa navneteweyî bin pê dike. Varas got “Ji meha Nîsanê û vir de Tirkiye ya ku endamekî NATO’yê ye li Bakurê Iraqê êrişî gelek navendên Kurdan kiriye û bi vî tiştî re hiqûqa navneteweyî bin pê kiriye. Bi rêyên derqanûnî ketiye axa welatekî din. Em êrişên Tirkiyeyê yên li ser gelê Kurd şermezar dikin. Dema ku DAÎŞ’ê êriş kir gelê Kurd li pêşiya wan bû asteng û Ewropa parast, niha jî pêdivî bi hevgirtina dinyayê heye. Ez bang li hikumeta Swêdê dikim divê di vî warî de têkeve nav hewldanan.”

AGÛÎRRE: JI BER LÎSTEYA TERORÊ ÊRIŞAN MEŞRÛ DIKIN

Berpirsa Têkiliyên NAvneteweyî ya Partiya Çep Martha Agûîrre jî diyar kir dewleta Tirk bi dehan sal in êrişî Başûrê Kurdistanê dike lê ev dagirkerî tu encamê bi dest naxa. Agûîrre bal kişand ser raporên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û got “Rapora ku diyar dike li hemberî gerîlayên PKK’ê çekên kîmyewî tê bikaranîn divê cîddî were girtin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e û tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Em dizanin ji ber lîsteya terorê bomberdûman li ser Kurdan tê meşrûkirin. Ji ber vê divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin.”

CARLQVIST: EZ DEWLETA TIRK ŞERMEZAR DIKIM

Endama Parlementoya Herêma Orebroyê Jessîca Carlqvîst jî diyar kir plana Erdogan ev e ku qirkirineke etnîk bike û got “Em bûn şahid ku ji ber şerê dagirkeriyê yê Tirkiyeyê 200 hezar kes neçar mane birevin. Em dizanin Erdogan xwedî planeke qirkirina etnîk e û her dem êrişî gelên kêmnetew dike. Sivîl tên kuştin, ambûlans û nexweşxane têm bomberdûmankirin. Ez êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûr şermezar dikim. Ez bomberdûmana li ser Başûrê Kurdistanê û PKK’ê şermezar dikim. Ez piştgiriyê didim gelê Kurd. Partiya Çep a Swêdê her dem bi gelê Kurd re ye.”