Jinek li Kampa Holê hat qetilkirin

Li Kampa Holê ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê lê dimînin, di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li Kampa Holê di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê hat dîtin.

Saziya bi navê Blomont a di nav kampê de dixebite agahî da hêzên ewlehiyê ku di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê heye. Hêzên Asayîşê çûn cihê bûyerê.

Hêzên Asayîşê di qenalîzasyonê de cenazeyê jinekê ya ku gule li serê wê hatibû xistin dît. Cenazeya jina hatî qetilkirin ku rakirin navenda Heyva Sor a Kurd, nehat zanîn bê ka cenaze yê kê ye. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.