Spanya ji bo jinan tabûyekê dişikîne!

Li Spanyayê, hikumeta çepgir ji bo jinên ku ji ber mehikê diêşin, pêşnûmeyek li ser 'destûra manstruelê' pêşkêş kir. Ev yek li Ewropayê hewldaneke nû ye.

Wezîra Wekheviyê Irene Montero piştî civîna Desteya Wezîran daxuyaniyek da û got, "Li Ewropayê em ê bibin welatê destpêkê ku ji ber mehika bi êş, destûra nexweşiya demkî dide jinan ku ev destûr bi temamî wê ji aliyê dewletê ve bê fînansekirin."

Wezîr Montero yek ji serokên koma Podemos e ku şirîkê koalîsyona hikumeta Serokwezîr Pedro Sanchez ê ji Partiya Sosyalîst e. Montero got, "Mehik (xwînberbûna mehane ya jinan) wê êdî mîna tabûyekê neyê dîtin."

'JIN WÊ ÊDÎ BI ÊŞEKE GIRAN NEÇIN KAR'

Montero got, "Çûyîna kar a bi êşeke giran", "bikaranîna zêde ya derman" û "veşartina êşê" êdî bi dawî bûye.

Di şêweyê destpêkê yê pêşnûmeyê de ku hefteya derbasbûyî li medyayê hate weşandin, destûr wê sê rojan be, lê eger êş giran be wê karibe bibe pênc roj. Lê belê Montero di televîzyoneke cemaweriyê de gotibû, destûra vê nexweşiyê ku divê ji aliyê doktorekê/î bê îmzekirin, wê ji bo 'demeke diyarkirî nebe'.

Pêşnûme piştî ku ji aliyê parlamentê ve hate qebûlkirin wê bikeve meriyetê. Hikumet li parlamentê di asta hindikahiyê de ye.

Eger hikumet bi parlamentê bide qebûlkirin, Spanya wê li tevahiya Ewropayê bibe welatê destpêkê ku tedbîreke bi vî rengî bi qanûnan ewle kiriye.

Mînakên vê yekê li cîhanê li welatên Japonya, Endonezya û Zambiya heye.

Serokwezîr Pedro Sanchez li ser Twitterê peyamek weşand, bal kişand ser xurtkirina mafê kurtajê û got, "Di mijara femînîzmê de em bi pêş ve diçin. Divê jin karibin li ser jiyana xwe bi rengekî azad biryarê bidin."

Li Fransa, Îngilistan û DYE'yê hin şîrket destûra 'manstruel'ê didin karkerên xwe, lê belê di qanûnê de destûreke bi vî rengî nîne.