Dayikên Kobanê: Çiya cihê têkoşînê yê gerîla ye

Dayikên Kobanê piştevaniya xwe ji bo gerîlayên azadiyê nîşan dan û diyar kir ku çiya qadên azad ên gerîla ne ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin.

Ji 14’ê Nîsanê û vir ve li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê gerîlayên azadiyê li ber her cûre xiyanet û çekên qedexe û kîmyewî berxwedaneke bê hempa raber dike.

Dayikên Kobanê piştevaniya xwe ya ji bo gerîla nîşan da û gotin: “Malbata Barzanî ji bav û kalikên xwe ve xiyanet li Kurdan kiriye û ji dijminê Kurdan ne cuda ye.”

Dayika bi navê Tamara Nehsan xiyaneta malbata Barzanî şermezar kir û diyar kir ku şerê nava Kurdan naxwazin. Dayika Nehsan anî ziman ku dijmin ji bo tinekirina Kurdan şer dike, çi ji destan tê li ber her Kurdan dike û got: “Malbata Barzanî ne cara ewil e ku xiyanetê li ber Kurdan dike. Dema DAÎŞ’ê êrîş bire ser Şengalê, Şengal bi tenê hiştin û reviyan. Jin û keçên ketin destê DAÎŞ’ê li kolan û bazaran hatin firotin. Niha jî dixwaze biçe Şengalê.”

Dayika Tamara Nehsan bal kişand ser hevkariya Malbata Barzanî ya li gel Tirkiye û êrîşî qadên gerîla dike ev tişt anî ziman: “Gerîla ji bo azadiyê têdikoşe û li ser axa xwe ye. Gerîla li çiyayên Kurdistanê ne. Barzanî bi dewleta Tirk re bûye yek, li hember gerîla şer dikin. Em vê qebûl nakin. Barzanî ji bo berjewendiyên xwe kar dike.”

Dayika Nehsan destnîşan kir ku çiya cih û meskenê gerîlayên azad in, ji bilî gerîla cihê kesê li çiyan tine.

Dayika Temara Nehsan diyar kir ku ew li ser fikir û felseferya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Netewa Demokratîk dijîn û got: “Bi vê projeyê em bûne xwedî maf û dijîn.”

Li ser navê Tevgera Jin a navçeya Qinê Semîra Hecac diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya noker û xayînan bi çekên giran û qedexe êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got: “Her carê rastî berxwedana gerîla tên û têk diçin.”

Hecac anî ziman ku ew weke dayikên Kurd ji bo gerîla çi ji destê wan bê amade ne û anî ziman ku wê tim di nava çalakiyan de bin.

Dayika Semîra destnîşan kir ku Barzanî diyar dikin ku ew ji bo mafê Kurdan têkoşîn dike û got: “Ew ne rast e, tim xiyanet kiriye. Malbata Barzanî ji bav û kalan ve xiyanetê li gelê Kurd kiriye. Barzanî ji dijminê Kurdan ne cuda ye, kî xiyanetê li Kurdan bike ew dijminê Kurdan e.”

Rêvebera Navçeya Şêranê Lîtfiya Mehmûd berxwdana gerîla silav kir û da xuyakirin ku dewleta Tirk û hevkarên wê nikare Kurdan tine bike.

Dayika Litfiya anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexe û kîmyewî êrîşî qadên gerîla dike û got: “Malbata Barzanî pêşmergeyên xwe radestî dewleta Tirk kiriye, wan perwerde dikin û li dijî gerîla didin şerkirin.”

Dayika Litfiya destnîşan kir ku gerîla li qadên azad têdikoşe û got: “Gerîla ji bo tevahî azadiya gelan û mafê gelan têdikoşe. Gerîla wê li van çiyayan serketinek mezin bîne. Em ê ala zarokên xwe hildin. Dijmin çi bike bila bike, em li pişt gerîla ne, stûyê xwe li ber dijmin xwar nakin.”