Li Mexribeyê di nav mehekê de 3 jin hatin qetilkirin

Li Mexribeya ku qetilkirina jinan zêde bûye di meha Gulanê de 3 jin bi hovîtî hatin qetilkirin.

Li Mexribeya ku qetilkirina jinan zêde bûye di meha Gulanê de 3 jin bi hovîtî hatin qetilkirin. Herî dawî 23'ê Gulanê li bajarokê Xerîbekê yê Mexribeyê jineke 20 salî ji ber nakokiyên malbatî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.

Kujer di mala xwe ya li navçeya Yasmîn a a bajarê Xerîbekê bi tivinga nêçîrê jina ciwan a 20 salî qetil kir. Kujer hat girtin û rayedarên xwecihî û ewlekariyê û polîsên vekolînê hatin mala bûyer lê qewimî.

Cenazeyê jina qetilkirî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Hesen Duyem a Xerîbekê.

Di nav mehekê de sê jin hatin qetilkirin

Di nav mehekê de 3 jin li Mexribeyê hatin qetilkirin. Beriya 4 rojan li bajarê El-Arayîşê jinek û di 4'ê Gulanê de jî li bajarê Wecda jineke ciwan ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin.