Avrel: Rojnamevaniya jinê bi hêsanî bi pêş neket

Nûçegihana JIN TV Gulan Avrel bal kişand ser tundî û zordariya li rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, "Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê wekî vîlayeta xwe û mala Barzan jî weke waliyê xwe dibîne."

Li Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ragihandina azad rastî her cure çewisandinê tê, li dijî rojnamevanan rêbazên destgîrkirin, girtin, qedexekirina şopandina bûyeran tê ferzkirin û di hin bûyeran de jî rojnamevanan qetil dikin. Gelek mînakên rojnamevanên hatine qetilkirin hene. Li Tirkiyeyê nexşeya rîskê ya rojnamevanan, bi taybetî li aliyê jinan ve bi awayekî rûtîn sor tê boyaxkirin.

Li gorî daneyên Sentera Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan ku li Başûrê Kurdistanê dixebite, li Başûrê Kurdistanê di sala 2021'an de 353 binpêkirin li hemberî rojnamevan û saziyên ragihandinê pêk hatine. 4 rojnamevan jî derveyî yasayê hatine cezakirin. Li dijî rojnamevanan 81 bûyerên êrîş û lêdanê pêk hatiye. 189 bûyerên cûda, astengkirina weşanê û 25 caran jî kel û pelên rojnamevanan hatine desteserkirin. 

Di rapora binpêkirina mafên mirovan a sala 2021’ê ya li dijî rojnamevanan ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) hatibû amadekirin de, li Tirkiyeyê di nava salekê de li hemberî 55 rojnamevanan êrîş pêk hatine û 2 rojnamevan hatine qetilkirin. Her wiha bi ser malên 9 rojnamevanan hatiye girtin, 61 rojnamevan hatine destgîrkirin, 6 jê hatin girtin û êşkence li 23 rojnamevanan hatiye kirin. Di raporê de hatiye ragihandin ku gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamevanan hatiye kirin, 102 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin û li girtîgehan 17 caran mafên mirovan hatiye binpêkirin.

Roja Îro li herêma di bin serweriya PDK’ê de bi taybetî herêma Behdînanê ku niha bi êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê re rû bi rû ye, ti rojnamevanek ji bilî def û zurneyên wan bi xwe nikarin li qadê bixebitin û rastiya heyî û rewşa herêmê bişopînin. Ji xwe bi dehan rojnamevanên wî herêmî ku ji ber behsa rastiyê kirinî ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û heta niha jî di vê feraseta xwe ya ‘tirsa ji hizra azad’ bi rengên cur bi cûr wek gefxwarina li rojnamevanan, girtin, êşkence û dersînorkirina rojnamevanan ferz dike. Dema mirov tabloya rewşa rojnamevanan a li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê bi taybetî li herêmên di bin serweriya PDK’ê de tîne ber hevûdu, pir bi zelalî dibîne ku rewş li her du cihan ango nêzîkatiya her du aliyan ya li hemberî rojnamevanan heman e.

Tekîldarî mijarê Rojnamevana JIN TV Gulan Avrel ji ANF’ê re axivî.

'ROJNAMEVANIYA JINÊ BI HÊSANÎ BI PÊŞ NEKET'

Gulan Avrel di destpêka axaftina xwe de di şexsê tevahî rojnamevanên Kurd ên ku ji bo heqîqetê canê xwe feda kirin, hemû şehîdên çapemeniya azad bibîr anî û got: “Ger di roja me ya îro de em bikaribin bi pênûs û kameraya xwe hestên xwe diyarbikin, bi saya wan hevalan e. Pergala ku niha em di nav de jiyan dikin pergalê baviksalariyê ye, her tiştê xwe li ser îmhakirina jin û civakê dide meşandin. Yên  ku dîroka xwe nas neke nikarin li hember vê neheqiya ku tê kirin têbikoşin. Jin heta îro jî li hember tevahî sepandinên ku ji bavê xwe, birayê xwe bigre, li daîreyên dewletan, kolanan û dibistanan di nava têkoşîn û berxwedaniyê de ye. Rojnamegertiya jin bi hêsanî pêş neket. Di encama berdêlên pir giranbiha de hat avakirin, bi canê xwe berdêl dan. Lê bi tu awayî ji fikrê xwe ya azad tawîz nedan.”

‘JIYANA BI NASNAMEYA KURD Û JINÊ PIR ZEHMETE’

Avrel bal kişande ser nêzîkatiyên pergalê ya li hemberî jinan û wiha pêde çû: “Weke jin nasnameya jin û nasnameya Kurd pir pîroz dibînin, lê bi vê nasnameya xwe di nav vê pergalê de jiyîn pir zehmete. Her tişt bi têkoşînê tê avakirin. Zilam di her milî de fikrê jinê tepisandiye. Pergala baviksalarî hebûna xwe li ser tunekirina jin ava dike. Tevahî ragihandinên ku bi destê dewletê tên rêvebirin zimanê wan zilamperstî ye. Lewre ji bo têkoşîna li hemberî wan, fikir û zanisteke pir mezin dixwaze. Bi paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan ve, jina Kurd gihîşt astekî pir bilind. Bi taybetî jî mirov dikare bêje ku di salên 90’î de bi saya hevala Gurbetellî Ersoz çanda çapemeniya jin gihîşte astekî pir bilind. Heya roja me ya îro jî gelek hevalên me di rêya vê heqîqetê de şehîd bûne.”

‘ZANISTIYA JINÊ ZANISTIYA CÎVAKÊ YE’

Rojnamevan Gulan Avrel diyar kir ku dema ku mirov dibêje dewlet qetlîam, talan, dizî, tunekirin, desteserkirin û bê îrade hiştina ferd û civakan tê bîra mirov û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo ku dewlet hebûna xwe bidomîne, pêwîstiya wê bi ferdên kole, ferdên bê lêpirsîn jiyan bikin heye. Ji ber dizane ku civak çiqasê zana bibe wê bibe sedemê tunebûna wê. Li dijî vê yekê ji êrîşên şerê taybet û derûnî bigire heta bi yên aboriyê bi awayekî pir dijwar birêve dibe. Bi taybetî dewlet dijberî jinên zana ye. Ji ber ku zanabûna jinê di heman demê de zanabûyîna civakê ye. Çawa ku goşt û neynok ji hevûdu qut nabe, civak û jin jî ji hevûdu qut nabin.

‘PDK XWE WEKE MALBATEKÊ AVA KIRIYE’

Avrel destnîşan kir ku ji dîrokê heya niha PDK’ê bi tu awayî ji bo Kurdbûna resen û serbixwe têkoşîn nekiriye. PDK xwe weke malbatekê ava kiriye. Cil û bergên Kurdî li xwe dike û bi zimanê Kurdî diaxive, lê hişmendiya vê dijmintiya Kurdan e. Di roja me ya îro de jî li dijî gelê Kurd û bi taybet jî li dijî rojnamevanên Kurd dijminatiyê dike. PDK bi xwe ji çanda xanedantiyê tê, bi ti awayî fikrê jin qebûl nake. Di dîroka PDK’ê de bi tu awayî ewqas rastiya PDK eşkere nebûye.

‘TI FERQA PDK'Ê JI DEWLETA TIRK TUNEYE’

Avrelê her wiha komkujiya Hewlêrê bibîr xist û diyar kir: “Di 16’ê Gulana 1997’an de Komkujiya Hewlerê bi destê PDK’ê pêkhat û 20 rojnamevan jî hatin qetilkirin. Ji ber ku yên ku rastiya vê eşkere dikin rojnamevanin. Ji bo rastî û îxaneta PDK’ê dernekeve holê, di roja me ya îro de jî em dibînin ku gelek rewşenbîr û rojnamevan di girtîgehê de ne. Bi taybet li Behdînanê kesên ku hatin destgîrkirin û niha hê jî di greva birçîbûnê de ne kî ne? Kesên ku rastiya van anîne ser ziman, her tim girtine, êşkence li wan kirine û kuştine. Mirov dikare bi awayek zelal bîne ser ziman ku rejîma faşîst ya AKP-MHP bi awayekî şênber li wir jî xwe dide jiyîn. Kuştinên kiryarên wan ne diyar pir pêşketine. Ev tiştên ku îro li Başûrê Kurdistanê tên pêkanîn, di salên 90’î de li Bakurê Kurdistanê pêk dihatin. Dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê wekî vîlayeta xwe û mala Barzanî jî weke valiyê xwe digire dest. Em dikarin bêjin tu ferqa PDK’ê ji dewleta Tirk tuneye. Tişta ku îro li ser rojnamevanan jî pêktînin heman tişte.”