Platforma Jinê ya Şahmaran: Ji bo jinek din jî ji me kêm nebe em ê têbikoşin

Platforma Jinê ya Şahmaranê ya Mêrdînê da zanîn ku di salên dawî de bi taybetî li Kurdistanê destdirêjî û kuştina bi destê kesên bi unîfroma zêde dibin û got: “Sedema sereke ya li pişta vê hêzê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ne.“

Platforma Jinê ya Şahmaranê ya Mêrdînê têkildarî qetilkirina Sakîne Kultur a li navçeya Silopiyayê ji aliyê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin ve hat qetilkirin û Remziye Apaydin a li Qereqoçan a Xarpêtê ji aliyê sercerdevan Nîhat Cav ve hat qetilkirin daxuyanî da. Daxuyanî li ber Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Mêrdînê hat dayîn. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Derya Akyol li ser navê platformê daxuyanî da.

‘POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET‘

Akyol diyar kir ku her roj xebera kuştina jinekê dibihîsin û got: "Sedema herî mezin a van cinayetên sîstematîk polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê, karbidestiya bêsînor a kesên bi unîforma û fesixkirina Peymana Stenbolê ye. Di salên dawî de bi taybetî li Kurdistanê destdirêjî û kuştina bi destê kesên bi unîfroma zêde dibin. Sedema sereke ya li pişta vê hêzê polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ne."

Akyol destnîşan kir ku peywirdarên dewletê hêzê ji kesên bi unîfroma digirin û li gor wê tevdigerin û ji bo kuştina Sakîne Kulturê got: "Bi zirxê unîforma 4 salan ew şantaj kiriye, gef lê xwarine û paşê ew bi awayekî hovane qetil kiriye."

‘EM Ê BITÊKOŞIN‘

Akyol, bal kişand ser kuştina Apaydinê jî û got: “Yê ku Apaydinê qetil kiriye jî sercerdevan bûye, yanî kesekî bi unîforma ye. Ev kuştin, tenê ne cinayetên jinan e, di heman demê de polîtkayeke şerê taybet e ku dewlet li hemberî jinên Kurd pêk tîne. A li pişt vê kuştin rasterast dewleta nêrza ye ku wan diparêze, ceza li wan nabire. Ev tahdeya li jinê tê kirin çendî wekî tahdeyeke şexsî xuya bike jî, lê ji aliyê dewletê ve tê teşwîqkirin. Têkoşîna li hemberî kuştina jinan rewa ye. Lewma em ê bêdeng nemînin û ji bo jinek din jî ji me kêm nebe em ê bitêkoşin."