Li nêzî qereqolê cenazeyê jinekê hate dîtin

Li Qelqeliyê 300 metre dûrî qereqola leşkerî li bendavekê cenazeyê jinekê hate dîtin. Hate diyarkirin leşkeran tecawizî vê jinê kirine û piştre ew qetil kirine.

Li gorî nûçeya Jinnewsê li bendava avdaniyê ya gundê Axruk a Qelqeliya Wanê, 10 roj berê cenazeyê jinekê hatiye dîtin. Şivanekî li wir agahî da û piştre leşker û tîmên tendirustiyê hatin qada bûyerê. Cenazeyê vê jinê ji bendavê hate derxistin û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.

Nehate hînbûn cenaze hatiye veşartin an na.

Nasnameya jina hatiye qetilkirin nehate zelalkirin. Balkêş e ku cenaze 300 metre dûrî qereqola leşkeriyê ye û haya qereqolê qet ji vê bûyerê çênebûye.

ÇAVKANIYÊN HERÊMÎ: LEŞKERAN TECAWIZÎ WÊ KIRINE Û EW QETIL KIRINE

Çavkaniyên herêmî îddîa kirin kesên ku mirovan ji sînoran derbas dikin bi pereyan ev jin firotine leşkeran û piştre jî leşkeran tecawizî vê jinikê kirine û ew avêtine bendavê.