'Dewlet şerê xwe li Kurdistanê li ser jin û zarokan dimeşîne‘

Jinan serdana konê şînê yê ji bo Sakîne Kultur a li Silopiyê hatibû qetilkirin, kirin û diyar kirin ku dewlet, şerê xwe yê li Kurdistanê li ser bedena jin û zarokan dimeşîne.

Komeke ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Jinan a STAR, şaxên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ên Colemêrg û Wanê, Komîsyona Mafên Jinan a Baroyê û Platforma Jinan a Wanê pêk dihat, çûn sersaxiya malbata Sakîne Kultur ku di 14’ê Gulanê de li Silopiya ya Şirnexê ji hêla Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ve hatibû qetilkirin. Koma jinan ji ewil li Taxa Çubuklu ya Ebex a Wanê çûn serdana gora Kultur û piştre jî ji bo sersaxiyê derbasî cihê şînê bûn. Koma jinan piştî sersaxiyê jî daxuyaniyek dan.

‘HÊZA XWE JI DEWLETÊ DIGRIN‘

Di daxuyaniyê de ji endamên Komeleya Jinan a STAR’ê Emîne Bozkurt diyar kir ku di çarçoveya şerê taybet ê li Kurdistanê de her roj jinek tê qetilkirin û wiha got: “Dewlet, şerê xwe yê li Kurdistanê li ser bedena jin û zarokan dimeşîne. Hevala me Sakîne ji hêla peywirdarekî dewletê ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Yên ku hêza dewletê li pişt xwe hîs dikin, her roj li bajarên me jin û zarokan qetil dikin. Mêrên ku cesaretê ji van polîtîkayên necezakirinê digirin, van tiştan êdî pir bi rehetî dikin. Heke ceza li van kesan bihatina birîn, îro ev komkujî ewqas bi hêsanî çênedibûn.”

Endama Şaxa OHD’a Colemêrgê Harîka Gunay Karataş jî bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê da û got ku dê li dijî tundiya mêr-dewletê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin. 

Koma jinan piştî daxuyaniyê ji taxê veqetiyan.

EDENE

Meclîsên Jinan ên HDP’ê yên Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniyeyê jî têkildarî qetilkirina Sakîne Kultur, li pêşiya Navenda Çandê ya Şaredariya Seyhan a Edeneyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên Kultur hatin rakirin û zincîr hate çêkirin. Di daxuyaniyê de jinan dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Em natirsin, natirsin, bîat nakin” hatin berzkirin. Li gel parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogullari û Fatma Kurtulan her wiha gelek kesên din jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘EM Ê HESABÊ KOMKUJIYAN BIPIRSIN‘

Di çalakiyê de li ser navê girseyê Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş axivî û got: “Mejiyê ku mirinê hêjayî me dibîne, herî dawî li Şirnexê Sakîne Kultur qetil kir. Bifikirin ku bi kuştinê dilê wî rehet nabe û piştre dişewitîne. Weke jinên Çukurovayî em ê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyên jinan û qetilkirina Sakîne Kultur bipirsin. Em ê li dijî hemû êrîşên ser beden, nasname, xweza û têkoşîna jinên Kurd tên kirin têbikoşin û li ber xwe bidin. Beden û hebûna jinên Kurd, milkê dewleta Tirk nîne. Dê encamek ji polîtîkayên we yên mêtingeriyê dernekevin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezintir bikin. Em ê hesabê jiyana ji me hatiye dizîn û hesabê hemû jinan ji we bipirsin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.