Li Fransayê jinên Kurd li dijî dagirkeriyê dadikevin qadan

Jinên Kurd ên li Fransayê, bi pêşengiya TJK-F'ê wê di 20 û 21'ê Gulanê de dakevin qadan. Jin wê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar bikin û bang li saziyên navneteweyî bikin.

Jinên Kurd ên li Fransayê, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji bo bang li Parlamenta Fransayê û raya giştî ya navneteweyî bikin, bi banga Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) wê dakevin qadan. Meclîsên jinan ên li Fransayê wê di 20 û 21'ê Gulanê de li qadan bin.

TJK-F'ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li jin, ciwanên li Ewropayê, her wiha hêzên demokratîk, femînîst hate kirin ku dakevin qadan, li dijî dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin û dengê xwe li dijî şer bilind bikin.

CIHÊN ÇALAKIYAN

TJK-F di serî de paytext Parîs wê li gelek deveran çalakiyan lidar bixe. Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

Parîs
21'ê Gulanê
Saet: 14:00
Cih: Pêşiya Parlamenta Fransayê Invalides

Bordeaux
20'ê Gulanê
Saet: 19:00
Stalingrad

Rennes
20'ê Gulanê
Saet: 18:00
Cih: Qada Republique

Toulouse
21'ê Gulanê
Saet: 14:00
Cih: Campine de Mouton noir la Bourdette

Strasbourg
21'ê Gulanê
Saet: 14:00
Cih: Gare

Grigny
21'ê Gulanê
Saet: 16:00
Cih: Navenda Civaka Demokratîk a Kurd