Li Mexmûrê ji bo endamên saziyan ên mêr dewreya jineolojiyê hate destpêkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ji aliyê Komîteya Jineolojiyê ve dewreyek berfireh a jineolojiyê ji bo endamên mêr ên saziyên wargehê hate destpêkirin.

Ji aliyê Komîteya Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ve 10’ê Gulanê li Avahiya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Dewreyeke Perwerdehiyê ya Jineolojî ya bi navê Şehîd Esmer Zagros ji bo endamên saziyên wargehê yên mêr hate destpêkirin.

Dewre ji aliyê Komîteya Jineolojî endama Akademiya Şehîd Jiyan Mamoste Bêrîvan Ayaz ve hate dayîn.

Di dewreyê de li ser dîrok, rol û têkoşîna jinê perwerde tê dayîn. Her wiha hişmendiya mêr a li jinê û dîsa hevsengiya jin û mêr a di nava kar û xebatan de mijarên perwerdê ne.

Yek ji endamên saziyan Salih Şirnexî ku tevlî perwerdê bûye axivî û diyar kir ku bal kişand ser têkoşîna azadiya ya ji bo azadiya jinê tê dayîn û diyar kir ku perwerdeya jineolojî pêwîstiyek e.

Şirnexî got: “Ev perwerde ji bo her kesê pêwîst e, bi taybetî jî ji bo mêran pêwîst e. Jineolojî li hemberî zihniyeta mêr e. Ji bo famkirina perwerdeya jineolojî divê li ser aliyê wê yê xwezayî, civakî, aborî û dîrokî bê sekinandin. Tiştê ku di perwerdê de ji bo me tê gotin, em tam di zanebûna wê de nînin. Lê pêwîst e em bigihijin wê zanabûnê.”