Konferansa Jinan a HDP’ê bi dawî bû

Di Konferansa Jinan a Asayî ya 4‘emîn a HDP’ê de rê û rêbazên serdema nû hatin nîqaşkirin û di siyaseta rêya sêyemîn a HDP’ê de pêşengiya jinan û biryardariya têkoşîneke bi bandor li dijî êrîşên li ser destketiyên jinan derketin pêş.

Konferansa Jinan a Asayî ya 4‘emîn a HDP’ê ku bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr in, d têkoşînê de bi biryar in" ev du roj bû li dar xist, bi dawî bû. Konferans li Salona Odeya Endezyarên Avahîsazan (ÎMO) a Enqereyê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Meclîsa Partiyê ya HDP’ê, Endamên Desteya Birêvebir a Navendê, Wekîl, hevserokên bajaran, endamên Meclîsa Jinan, endamên Desteya Birêvebiriyên Xwecihî, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag Karahali, Hevberdevka Partiya Kesk a Çep Ayşe Erdem, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Partiya Avabûna Jinûve ya Sosyalîst Canan Yuce, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Înîsiyatîfa Meclîsa Dayikên Aştiyê û 300 delege tev li konferansê bûn.

BI 18 ZIMANAN JIN JIYAN AZADÎ

Li salona konferans lê hat lidarxistin ji xeynî pankartên wêneyê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a li ser ‘’Girtiyên nexweş ên jin rûmeta me ne’’, wêneyê Denîz Poyraz ê li ser ‘’Denîz Poyraz nemir e’’, ‘’Em di azadiyê de bi israr, di têkoşînê de bi biryar in’’, ‘’Hevserokatî xeta me ya mohr e’’, ‘’Na ji xizaniya jinan re’’ û ‘’Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin’’ û pankartê bi 18 zimanan ‘’Jin jiyan azadî’’ nivîsandî hatin daliqandin.

TECRÎD Û ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Duh piştî axaftina destpêkirina konferansê, civîn du roj bû ji çapemeniyê re girtî dom kir. Di civînê de li ser geşedanên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin nirxandin hat kirin. Her wiha jinan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî axa Başûrê Kurdistanê, girtiyên nexweş, zextên li ser jiyana civakî hatin nîqaşkirin. Di civînê de carek din perspektîfa komara demokratîk hat destnîşankirin û her wiha li ser pêşxistina siyaseta rêya sêyemîn û destkeftiyên jinan ên di bin êrîşan de axafttin û nîqaş hatin kirin.

TÊKOŞÎNA JINÊ

Di konferansa ku îro tevahiya rojê dewam kir de, jinan zehmetî û kêmahiyên di têkoşîna rêxistinbûyî de nirxandin. Di konferansê de pêşniyarên weke ji bo rêxistinbûna jinan ji herêmê heta navendê çi bê kirin û ji nû ve birêxistinkirina qadan hatin nîqaşkirin, jinan coş û îradeya xwe ya têkoşînê bi govendên ku di nava rojê gerandin, xurtir kirin. Jin di serdema nû de li ser xurtkirina rêxistiniya jinê gihiştin hev.

MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Jinan beriya 5‘emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê biryarên konferansê girtin. Yek ji biryarên girîng ên konferansê jî lêkolînên li ser pirsgirêkên jinên astengdar û xizmên wan bû.

Di mijarên “Tecrîd”, “Têkoşîna li dijî şer û dagirkeriyê”, “Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan li herêmê”, “Ekolojiya bi perspektîfa jinê”, “Hevserokatî û biryardariya temsîliyeta wekhev” û “Êrîşa li ser destkeftiyên jinan." hatin girtin. Jinan di her biryar û têkoşînê de bi çepik û biryardariya xwe nîşan dan.

Biryarên di konferansê de hatin girtin hat qebûlkirin û jinan bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" konferansê qedandin. Dê encamnameya konferansê di rojên pêşiya me de bi raya giştî re bê parvekirin.