Komîsyona Jinan a KNK’ê: Gelê Kurd divê silavê nede kesên bi dagirkeran re ne!

Komîsyona Jinan ya KNKê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Jinên Kurd pewîst e di siyaset û çalakiyan de bibin dengê wijdan û vîna Kurd.”

Dewleta Tirk di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîşek nû da destpêkirin. Li qada navneteweyî li dijî êrîşa dewleta Tirk tu bertek tuneye.

Li seranserê Herêma Kurdistanê û ji derveyî welat nerazîbûnên li dijî êrîşa dagirkeriyê ên dewleta Tirk roj bi roj berfireh dibe. Bi taybet jinên Kurd li dijî hemû êrişên li dijî deskeftiyên gelê Kurd ku bi berxwedanek mezin hatiye bidestxistin û êrişên li dijî demografyaya Kurdistanê, di hemû qadên de biryardarî, berxwedan, têkoşîn û sekna xwe bi awayek xurt nîşan didin. 

Komîsyona Jinan ya KNK’ê bi daxuyaniyekê nivîskî ji bo parastina Kurdistanê bang li gelê Kurd û jinên Kurd kir ku li hemberê êrişên li ser Kurdistanê li hemû qadan têbikoşîn û wiha got: “Jinên Kurd pewîst e di siyaset û çalakiyan de bibin dengê wijdan û vîna Kurd. Em ji dîroka dagirkeran dizanin ku wan çi anînê serê jinên Kurd. Di sala 2014’an de med dît ku çi anîn serê xwişkên me Êzidî.”

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

’ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK JI BO TASFIYEKIRINA PKK Û TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD E’ 

“Rewşa cîhanê bi şerê NATO û Rûsya û li Rojhilata Navîn bi taybet ne aram e. Rastiya siyaseta desthilatdaran di şerê NATO-Rûsyayê de carek din diyar bû. Li gorî berjewendiyên xwe piştgiriyên didin hinekan lê heger ne li gorî wan be, bêdeng in. Yên ku li ber êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê radibin, li hemberî dewleta Tirk a ku li dijî Kurdistan şerêkî topyekûn bêdeng dimînin. Ev jî durûtî û bêexlaqiye rastiya siyaseta deshilatdaran ya îro ye. Dewleta Tirk ji bo ku rewşa aloz ya siyaseta navdewletî sûd werbigire hewldanên tunekirina Kurd û Kurdistanê bilez kir. Dixwaze li ser Rojava û Başûrê Kurdistan xeyala Împaratoriya Osmaniyan pek bîne. Bi siyaseta dagirkeriya li ser Kurdistan dixwaze alozî û qeyranên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk li Tirkiyê hene çareser bike. Pirsgirêka esasî ya dewleta dagirker him hundir him jî dervê pirsgirêka azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Bênavber dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Kurdan hiqûqa navneteweyî bin pê dike dike û sîstematîk tawanên şêr pek tîne. Êrişa ku dewleta Tirk dibe ser Zap û Avaşînê bi tenê ne ji bo tasfiyekirina PKK û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Rewş ji bo me Kurdan pir bi xetere ye.”

'DI CÎHANA ÎRO DE SIYASET Û DÎPLOMASIYA DEWLETAN LI SER BERJEWENDIYAN KAR DIKE'

Li hemberî vê rastiyê dive Kurd ji hêza xwe bawe rbikin û bi yekîtî li ber xwe bidin. Êdî tevahî Kurdistan bûye qada şerê dewleta Tirk. Tevî ku çekên kîmyewî qedexe ne û li hemberî yên bi kar tînin divê helwest bê nîşandan jî li qada navneteweyî kes li ber van kiryarên dewleta Tirk dernakeve, helwestê nîşan nade. Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirina dewleta Tirk e, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku em Kurdistanê biparêzin. Divê em jinên Kurd hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin. Heger em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Lê bi yekîtî jî em dikarin li ber xwe bidin. Ji bo yekîtiyê jî pewîst e di Kurdistanê de tu hêzeke Kurd xizmeta dagirkeran neke. Heger kesên Kurd di hevkariyê israr dikin pewîst e tu Kurdek silavê nede wan û divê ev kes di nava civaka Kurdistanê de bên tecrîdkirin.

‘ÊDÎ DEM DEMA PARASTINA KURDISTANÊ YE’

Serokê dewleta Tirk Erdogan bi taybet jî dijminê jinên Kurd e. Erdogan îro ne tene li Tirkiye, Bakûrê Kurdistan her wiha li tevahî Rojhilata Navîn bûye sembola sîstema mêr a serwer a ya ku têkoşîna azadiyê ya jinan têk dibe. Îro yên ku li Tirkiyeyê li dijî desthilatdariya rejîma Erdogan muxalefeta herî radîkal û wêrek dikin, jinên Kurd in. Jinên Kurd li refên herî pêş li dijî rejîma Tirk têdikoşin. Jinên Kurd li çar aliyên cîhanê bi têkoşîna xwe hatin naskirin û di asta cîhanê de bûn pêşengên tekoşîna azadiya jinan. Ji ber ve jî Erdogan dixwazê jinên Kurd bêdeng bike. Tola xwe ya ji jinên Kurd ji xwîşkên me yên li Efrînê digire. Edî dem dema parastina Kurdistanê ye. Heger hezên cîhanî û heremî hêza yekîtiya Kurdan bibînin wê demê ew ê şerê dewleta Tirk jî rawestinin. Lê heta ku aliyekî Kurd rûyê reş yên dagirkeran spî bike, wê demê kes Kurdan jî cîddî nagire.”