16'emîn Festîvala Jinan a Zîlan 18'ê Hezîranê ye

Jinên Kurd ên li Elmanyayê xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan amade dikin ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin.

Festîvala Jinan a Zîlan ku kombûna herî mezin a jinên Kurd ên li Elmanyayê ye, îsal wê cara 16'an bê lidarxistin. Festîvala ku bi pêşengiya YJK-E'yê kirin, di 18'ê Hezîrana 2022'an roja Şemiyê li bajarê Frankfûrtê li navnîşana Frankensteiner Str. pêk tê. Festîvala ku ji ber pandemiyê 3 sal in nedihate lidarxistin, tê payin ku îsal bi beşdariyeke xurt pêk were.

BI DIRÛŞMA 'LI BER XWE BIDE, XWE BI RÊXISTIN BIKE, BI RENGEKÎ AZAD BIJÎ' TÊ LIDARXISTIN

Komîteya Amadekar daxuyaniyek weşand û ragihand ku wan dest bi karên ji bo festîvalêk irine. Komîteyê işaret bi dema lidarketina festîvalê kir û got, "Festîvala me ku wê bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe birêxistin bike, azad bijî' pêk were, wê bi sekna jinê peyamekê bide."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em di demeke welê de ne, ku berxwedana jinê ya bi 9'ê Çileyê, 15'ê Sibatê, 8'ê Adarê û Newrozê re bilind bû, li Zap, Avaşîn û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê gihîştiye asteke bilind. Hemû pêkhateyên me yên di bin sîwana YJK-E'yê de kar dikin, berxwedana Zap-Avaşînê ya ku mehek li pey xwe hişt bi dirûşma 'Bijî berxwedana gerîla' li qadan pêşwazî kirin, xwedî lê derketin û pêşengî ji çalakiyan re kirin. Nîşan dan ku ew parçeyek ji vê berxwedanê ne. bi vê wesîleyê em berxwedanê silav dikin, hemû endam û pêkhateyên xwe yên ku xwedî li vê berxwedanê derketine û vî ruhî hîs dikin û didin hîskirin pîroz dikin.

BI ENERJÎ, RENG Û COŞA JINAN

Em di pêvajoyeke wiha girîng de xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan amade dikin. Weke ku tê zanîn 3 sal in ji ber Pandemiyê me nikarî festîvala xwe li dar bixin. Em bi hesreta festîvaleke ku bi enerjî, dînamîk, rengîn û coşa jinan bê li dar xistin bûn. Festîvala Jinê ya Zîlan ku em bawerin wê bi tevlîbûneke xurtir bê lidarxistin, hem ji bo vê yekê hem jî ji bo silavkirina berxwedana jinan a li Zap û Avaşînê ku derketiye pêş, wê helwesta jinan a serdemê nîşan bide û peyameke xurt bide. Em bang li hemû jinên Kurd ên li Elmanyayê ne, derdor û rêxistinên jinan ên femînîst, çep sosyalîst, demokratîk dikin ku beşdarî vê hevdîtina mezin bibin."

BERNAMEYA FESTÎVALÊ DÎSA RENGÎN E

Weke hemû festîvalên jinan ên heta niha hatine lidarxistin, bernameya 16'emîn Festîvala Jinan a Zîlan jî dewlemend e. Ji bilî hunermendên jin ên bi zaravayên cuda yên Kurdî stranan dibêjin, wê pêşandana folklorî û komek dîlanê jî derkevin ser dikê. Her wiha wê konê modayê ku çanda dewlemend a jinên Kurd nîşan dide bê vedan. Di festîvalê de her wiha ji bo zarokan wê parka zarokan bê avakirin. Di festîvalê de wê standên agahdarkirinê jî bên danîn ku jin berhemên xwe û berhemên xwe yên rewşenbîrî weke neynika keda jinan nîşan bidin.

JI SALA 2004’AN VE PÊK TÊ

Festîvala Jinan a Zîlan li Elmanyayê çalakiya herî mezin a çandî û civakî ya jinên Kurd e. Festîval yekemcar di 10'ê Tîrmeha 2004'an de li Gelsenkirchenê bi dirûşma 'Jinên ku sînor derbas dikin tên ba hev' hat lidarxistin. Ji bo Uta Schneiderbanger (Nûdem) û Ekîn Ceren Dogruak (Amara) 2'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan di 18'ê Hezîrana 2005'an de dîsa li Gelsenkirchenê bi dirûşma 'Cîhanek Demokratîk û Ekolojîk' hat lidarxistin.

Di salên pêş de li gorî xebatên demkî yên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, festîval bi dirûşmeyên cuda hate lidarxistin. Dirûşmeyên 'Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje!', 'Em ne namûsa kesî ne, namûsa me azadiya me ye', 'Ji Qirkirina Jinan re Na!' hinek ji wan in. Li hemberî Komkujiya Parîsê ya 2013’an, bi dirûşmeya 'Sarabûyîn biryardarî, bêsînorbûn û azadî ye' bersiv hat dayîn. Festîval diyarî 3 jinên şoreşger ên Kurd hate kirin.

Festîval di 14’ê Hezîrana 2014’an de li Dortmundê bi dirûşmên 'Bi jin a azad re ber bi neteweya demokratîk' û 'Jin ji bo Rêbertî û Azadiyê li çalakiyan e' hate lidarxistin. Festîvala 11'emîn jî bi dirûşma 'Bijî berxwedana jinê ya ji Kobanê heta Şengalê' di 13'ê Hezîrana 2015'an de pêk hat. 14'emîn Festîvala Jinê ya Zîlan bi şîara 'Parastina Efrînê parastina Şoreşa Jinê ye' di 23'ê Hezîrana 2018'an de bi hezaran jin li hev civand.

Herî dawî 15'emîn Festîvala Jinan a ku di 22'ê Hezîrana 2019'an de bi şîara 'Berxwedan jinê azad dike' ji bo çalakgerên greva birçîbûnê hate lidarxistin. Di festîvalê de yekemcar xwarinên herêmî yên 4 parçeyên Kurdistanê hatin nasandin.