Jin ji bo Sakîne Kultur meşiyan

Li Silopiyayê jin li hemberî qetîlkirina Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hat qetîlkirin meşiyan û hovîtiya hatiye kirin protesto kirin.

Bertekên li dijî qetilkirina Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hat qetilkirin her diçe zêdetir dibe. Bi pêşengiya Platforma Piştgiriya Jinan a Dayika Taybet, jinan li Kolana Hunerê ya Silopiya daxuyaniyek girseyî dan. Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA'yê, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û gelek jin beşdarî daxuyanî bûn. Di meşê de pankartên “Ji bo jiyanek azad û wekhev em ê têkoşîna xwe mezin bikin, Têkoşîna me dê qetilkirina jinan bi dawî bîne” vekirin. Her wiha jinan wêneyê Sakîneyê û dovizên “Jin jiyan azadî”, “Ji kuştina jinan re na” û “Bila kujer werin darizandin” hilgirtin.

POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAHIŞTINÊ

Endama Platforma Piştgiriya Jinan a Dayika Taybet Evîn Hasanoglu daxuyanî xwend.  Hasanoglu, qetilkirina Sakîneyê şermezar kir û destnîşan kir ku jin vê qetilkirina hovane ji bîr nekin û wiha got: “Tundî û kuştina li dijî jinê pirsgirêkek civakî ye. Nêzikatî û hişmendiya serdestiya mêr, tundî û kuştina jinan li ser civakê rewa dike. Bi taybetî di demên dawîn de li herêmê kujerên jinên ku tên qetilkirin, alîgir û merivên desthilatê ne. Bi vî şiklî polîtîkayên bêcezahiştinê tên pêşxistin. Qetilkirina jinan li her qadê dikeve pêşiya me. Li Silopiyayê jî Sakîne Kultur ji ber wan polîtîkayên taybet bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.”

‘DIVÊ KUJER WERE CEZAKIRIN'

Hasanoglu, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê kujerê Sakîne bi awayekî giran were cezakirin û got: “Em wahşeta li ser Sakîne qebûl nakin û li dijî vê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê şopdarê dozê bibin û bang dikin ku divê kujer bi awayekî girankirî were darizandin û cezakirin.”

Piştî daxuyaniyê jinan ji bo şermezarkirina qetilkirina Sakîneyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Jinan çalakiyê bi berzkirina dirûşmeyên wek “Jin jiyan azadî” û “Sakîne Kultur nemir e” bi dawî kirin.

Piştî daxuyaniyê jinan ji Kolana Hunerê heya ber mala Sakîne Kultur meşiyan û gelek caran dirûşm berz kirin.

Jin serdana malbatê Sakîneyê kirin û sersaxî xwestin.

Li ber hewşa malê li ser navê Dayikên Aştiyê Emîne Tatlici axivî û destnîşan kir ku divê ji kuştin û dawî li qetilkirina jinan were. Tatlici diyar kir ku li dijî pokîtîkayên dewletê ya li ser jinan dê jin dakevin qadan û divê li her derê li dijî kuştina Sakîneyê çalakî bên lidarxistin.