Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em ê bersiva girtinan bidin

Meclîsa Jinan a HDP'ê der barê HDP'yiyên piştî 4 rojan dîl hatin girtin de daxuyaniyek da û got: “Em ê bersiva girtinan bi konferansa xwe ya jinan bidin.’’

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê HDP'yiyên piştî 4 rojan dîl hatin girtin de daxuyaniyek da. Meclîsê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Hevberdevka Lijneya  Rêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk Halîde Turkoglû, Endamê Meclîsa Partiyê Çekdar Bûdak, Endamên Lijneya Birêvebir a Navendî Sevîm Akdag û Zelîha Kocaman, Endamên Meclîsa Ciwanan Betul Unsal, Metîn Yilmaz, Berîtan Yaşar, Hamza Agirman, Esengul Kiliç, Mûstafa Kûrt piştî destgîrkirina bi çar rojan bi operasyonên qirqkirinê yên siyasî îro rehîn hatine girtin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ev operasyonên qirkirina siyasî yên beriya konferansa me hatin kirin êrîşek ji êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê ya li dijî têkoşîna jinan e.

Desthilatdarî, bi polîtîkayên xwe yên di ser şer, zayendperestî, nijadperestî û neyartiya jinan re bi pêş ve dibe amadekariyên dawiya xwe dike. Êrîşên li dijî partiya me, têkoşîna azadiya jinan a partiya me, pêkhateyên muxlîfan, demokrasîxwaz, azadîxwaz, wekhevîparêz, nîşaneya aşkera ya vê yekê ne.

Bi van rêbazên we berê jî ceribandine lê hûn bi ser neketine hûn nikarin jinan bêdeng bikin.

Em ê bersiva girtin, girtina wek rehîne neyartiya jinan û van êrîşan bi Kongreya xwe ya 4‘emîn a Jinan bidin.

Tifaqa mêrane ya AKP-MHP’ê ku tehamulê girtina cih di nav siyasetê de ya jinan nake wê têk biçe û em ê bi ser bikevin!“