Jinên Tîrêjên Rojê li polîs û notirvanan dan

Jinên Tîrêjên Rojê li ser rêya Şemzînanê li dijî polîs û notirvanan çalakiyek li dar xistin.

Jinên Tîrêjên Rojê di 14’ê Gulanê de li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî li dar xistin.

Jinên Tîrêjên Rojê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir “Di 14’ê Gulanê de bi şev li taxên Goristan û Qişleya Kevn û li nava sûkê li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin.

Di 14’ê Gulanê de bi şev saet di 23.00’an de li ser rêya Şemzînanê wesayîta Amarok a ku polîs û notirvanên TC’yê tê de bûn û me demeke dirêj dişopand dema kete Taxa Kanî Haydar bi teqemeniyên bi destan û çekên ferdî li wesayîtê hate xistin. Hate zelalkirin di vê çalakiya me de polîsek û notirvanek birîndar bûne. Piştî çalakiya me hêzên dagirker heta sibehê dora taxê girtin lê tu encam bi dest nexistine. Piştî çalakiyê yekîneyên me bi selametî vekişiyane qadên ewle.

Ev çalakiya me li hemberî operasyona ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Kurdistan û qadên gerîlayan dabû destpêkirin, hate kirin. Wê gerîla li çiyayan û ciwan jî li kolanan lê bidin.”