Konferansa Jinan a HDP'ê: Em têkoşîna li dijî şer û îstîsmarê mezin dikin

Di encamnameya Konferansa Jinan a HDP'ê de biryar hate dayin, ku li dijî îstîsmara jinan, şer, dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet têkoşîn bê berfirehkirin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr in, di têkoşînê de bi biryar in" di navbera 21-22'ê Gulanê de li Enqereyê 4. Konferansa Asayî pêk anî bû. Meclîsê encamnameya konferansê xwe eşkere kir.

Encamnameya konferansê wiha ye:

“Me şehîda qetlîama Pirsûsê Ferdane Kiliç di têkoşîna xwe de bi bîr anî. Em di 158’emîn salvegera komkujiya gelê Çerkes de kesên hatin qetilkirin bi bîr tînin û êşa wan parve dikin. Konferansê em bi  hemû cudahî û rengên me anîn cem hev. Konferansê bibîranîna jinên ku zilam-dewletê ew qetil kirine dest pê kir. Em konferansa xwe di şexsê Denîz Poyraz û Aysel Dogan de diyarî hemû jinan dikin ku têkoşîn kirine armanca xwe.  

Îro li cîhanê texrîbata ku pergala mêrê serdest û kapîtalîst dayî avakirin di qada siyasî, aborî, ekolojîk û cîvakî de qeyranên kûr hene. Şerê ku navenda wê Rojhilata Navîn û Kurdistan e piştî ku Rûsyayê Ûkrayna dagir kir, kete qonaxeke din. Ev şer bi destê desthilatdarên cihanê û herêmî li dijî fikrê têkoşîna azadiya jinan tê meşandin.    

Li erdnîgariya ku em dijîn tifaqa faşîşt a AKP-MHP’yê li dijî hemû hêzên muxalîf zextan zêde dike. Dîsa ji bo ku emrê desthilatdariya xwe dirêj bike li hemberî civakê û jinan di siyaseta bêçareseriyê de israr dike. Di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk bi polîtîkayên înkar, tunekirin û bişaftinê  tune dihesibîne. Tecrîda li ser Birêz Ocalan giran dike. Bi tevgerên dagirkeriyê şer gurr dike. Bi vî halî pirsgirêka Kurd bêçareserî dihêle.  

Di dozên Kobanî û Geziyê de û dîsa doza ku ji bo girtina partiya me vekirine destpêkê jinan didin darizandin û dixwazin têkoşîna civakî binpê bikin. Êrişên ku li hemberî têkoşîna jinan, xwezayê, kedê û dînamîkên civakî tên kirin bêrevabûna desthilatdariyê dide nîşandan.  

Desthilatdarî, ol ji bo xwe dike amûr û bi polîtîkayên yekalî, zayendperestî û mîlîtarîst dixwaze hemû destkeftiyên jinan ji holê rake. Zexta zilam a li ser jinan reva dike û jinan li ser mafên jiyana wan tehdîd dike. Jinan rasterast dike hedefa zextên dewletê û di her qadê jiyanê de dixwazin wan bêdeng bikin. Desthilatdar jiyaneke li gorî xwe li ser jinan ferz dike, mudaxeleyê jiyana wan dike û li ser beden û hebûna jinan hemû qadên jiyanê dorpêç dike.  

EM LI HER QADÊ LI BER XWE DIDIN Û XWE BI RÊXISTIN DIKIN

Li gel van êriş, gef û tundiyê, em dizanin hêza ku qeyrana îktîdar dijî derdixe holê, di heman demê de hêza me ya xweser a berxwedan û serhildana dîrokî ya jinan e. Em li dijî rejîma otorîter a mafê me xesb dike, li her qadê li ber xwe didin. Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin.  

-Em hewl didin ku bibin dengê jinên bi tundiya mêr-dewletê hatine qetilkirin. Em li salonên dadgehan, li qad û kolanan dest ji daxwazên xwe yên “Ne edaleta mêr, edaleta rastîn” bernadin.  

-Ji bo Peymana Stenbolê ya hat fesihkirin, dîsa çalak bibe û têkeve meriyetê em têkoşîna xwe mezin dikin.  

-Yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan a herî giring pergala hevserokatiyê ye. Em li dijî êrişên nûnertiya pergala Hevserokatiyê, rêgezên xwe û hişmendiya qeyûm a vîna me tune dihesibîne têdikoşin. Em bêtir xwe bi rêxistin dikin.  

-Em li dijî kesên ku kepçeyan li xwezaya me, çem û daristanên me dixin û dîroka me wêran dikin, têkoşîna xwe ya ekolojîk berdewam dikin û dengê xwe bilind dikin.  

-Em li dijî kesên ku li mal, kargerî û her qadên jiyanê keda me dixwin û her roj bêtir me xizan dikin, me bêcih û war dihêlin, me bêpêşeroj dihêlin; em dibêjin “ked ya me ye, siberoj ya me ye” û jiyana nû ava dikin.  

-Em li dijî kesên ku li ser nasname, beden û cudahiyên me, li ser terza jiyana me, me ji hev cuda dikin, em dibin yek û têkoşîna xwe xurt dikin.  

-Em li dijî koçberiya bi zorê û dorpêçê, li dijî şer û dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin dikin. Em têkoşîn û piştevaniya jinan a enternasyonal xurt dikin.  

-Em dibin dengê jinên di doza Gezî û Kobaniyê de hatin girtin. Em dibin dengê, Emîne Şenyaşar,  Gulistan Doku û hemû jinên ji bo Nobeda Edaletê têdikoşin.  

-Em li dijî aqilê dewletê yê êrişî gorên me û cenazeyên me dikin derdikevin. Em li dijî aqilê dewletê yê dixwaze me bêhiş û bîr bihêle dengê xwe bilind dikin.  

Me ji hemû tecrubeyên xwe yên jiyan û têkoşînê hêz girt. Me di konferansa ku 2 rojan dewam kir de; rexneyên kir û rexnedayîna xwe da. Me bi awayekî berfireh rewşa rêxistinbûna xwe nirxand. Me li ser giringî û rêbazên têkoşîna eniya jinan niqaş kir. Me careke din biryar da ku meşa azadiya jinan mezin bikin û hêza rêxistinkirina jinan xurt bikin.  

Li gorî vê yekê di encama nîqaşên 4’emîn Konferansa Jinan a Mezin: 

EM Ê SIYASETA XETA SÊYEMÎN MEZIN BIKIN  

Li dijî îqtîdarên mêrên serdest ên kapîtalîst ku xwe ji şer, krîz û tundiyê xwedî dikin, em ê têkoşîna rêxistinkirin û civakîbûnê ji bo xwe bikin bingeh û bidomînin. Em dizanin ku pergal “Du rêyên” ji bo gelan şer, krîz, nijadperestî û serdestiya mêr pêş dixe, wekî çareserî cuda nîşan dide. Lê herdu rê jî, ji me re demokrasî, azadî, aştî, edalet û wekheviyê naîne. Ji ber vê yekê em ê siyaseta Rêya 3’yemîn mezin bikin. Em jin dê li dijî faşîzmê têkoşînê xurt bikin. Em ê hemû bi hev re Tifaqa Demokrasiyê ava bikin.  

LI DIJÎ ŞER TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ  

Em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şer, dagirkerî, tecrîd û mêtingeriyê, bi têkoşîna jinên cîhanê re bikin yek. Em ê bibin têkoşerên aştiyeke bi hêz û di vê yekê de israr bikin. Em ne bêparastin in. Em hêza xwe ji rêxistinbûn, têkoşîn û piştevaniya xwe digirin.  

Em ê ji tundiya mêr a ku îqtîdar jî faîlê wê ye, Peymana Stenbolê, êrişan, desteserkirina mafê nefeqeyê re bêjin bes e. Em ê ji kesên ku dixwazin daraza mêr bibe sazî û serwer bibe û kesên dixwaze îstîsmara zarokan bibe wekî zagon re bêjin “Raweste”.  Em ê li dijî êrişên li ser têkoşîna jin, LGBTİ+’yan dengê xwe bilind bikin.  

KED YA ME YE, SIBEROJ YA ME YE

Em ê piştevaniya bi jinan re ya li dijî xizanîkirina jinan, kedxwarî, betal û birçîhiştinê re xurt bikin. Em ê keda xwe ya bi rêxistin heta dawî biparêzin. Li herêman em ê bi jinên ku pêşengên berxwedanê ne piştevaniyê xurt bikin.  

LI DIJÎ SIYASETA MÊR SIYASETA JINAN

Li dijî polîtîkayên ku dixwazin siyaseta mêr pêş bixin û jinan li dervê siyasetê bihêlin û li dijî siyaseta bi binçavkirin, girtin û tundiya bi rêk û pêk a dixwazin jinan bêvîn bihêlin, em ê siyaseta jinan bi hêz û xurt bikin. Em ê li her qadê û her demê azadiya jinên girtî biparêzin.  

LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET TÊKOŞÎN

Em jin û ciwan dê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên ku li dijî bedena jinan, keda jinan û vîna jinan pêş dikeve; têkoşîna xwe xurt bikin û bidomînin.  

EM LI FIKRIYATA HDP’Ê XWEDÎ DERDIKEVIN

Em ê li dijî doza girtiya partiya me, pelên HDP’ê ya li ser vê axê kok berdaye, bibin bersiva mezinkirin û rengiya pelan. Em ê li fikriyata HDP’ê xwedî derkevin. Em ê biparêzin û mezin bikin. Em ne bêçare ne. Çare em bi xwe ne.  

LI DIJÎ TALANKIRINA XWEZAYÊ Û CUREKIRINÊ BERXWEDAN

Em ê li dijî talankirina xwezayê û curekirinê, têkoşîna ekolojîk mezin bikin. Em ê bi têkoşîn û hebûna xwe bibin pêşeng. Em ê qadên xwe yên jiyanê radestî rantxur û talankeran nekin.  

EM BÎRDOZIYÊN SAXLEMPARÊZIYÊ HILDIWEŞÎNIN

Em li dijî bîrdoziyên saxlemparêz ên îqtîdarê, li çareseriya pirsgirêkên jinên astengdar digerin. Ji bo vê yekê em vê mijarê dikin rojeva siyaseta xwe.  

EM LI DIJÎ CUDAKARIYÊ TÊDIKOŞIN

Ji bo ku em hemû pirsgirêkên ku jinên penaber û koçber dijîn bi riyên demokratîk û sincî çareser bikin, em ê israr bikin. Em ê li dijî cudakarî û kîna li dijî jinan û gelan pêş dixin têbikoşin.  

ÎDÎAYA ME MEZIN E, JIN DÊ BIGUHERÎNIN!

Em ê bi hêza ku ji mafdariya xwe, dîroka xwe û hemû jinan distînin, jiyana wekhev, azad bi pêş bixin. Ji bo bi vê hêzê piştevaniyê xurt bikin em ê rêxistina xwe mezin bikin. Em bi hêviya tekoşîna ku jin li çar aliyê cîhanê pêş dixin, bi hesta piştevaniyê li vir in û em ê bi hev re bin.   

Têkoşîna jinan di nava zor û astengiyan de bi pêş ketiye. Vê hêza çareseriya ku em van pirsgirêkan derbas bikin, em ji hebûna partiya xwe û paradîgmaya ku partiya me xwe ji wê xwedî dike digirin.  Her gava ku me avêtiye û her destkeftiyên me bi dest xistine bi berdêlên mezin pêk hatine. Em bi bedelên giran bi pêş dikevin. Em jin di ferqa vê yekê de ne. Em ê bi vê zanebûnê jiyana azad û wekhev bi hev re ava bikin. Ya ku HDP’ê bi hêz dike, hêviya gelan e. Heta ku gel hebin û têbikoşin, dê fikra HDP’ê di têkoşîna me ya azad de her tim cih bigire.  

Wekî Meclîsa Jinan a HDP’ê îdîaya me mezin e. Têkoşîna me û berxwedana me mezin e! Em wekî jin û gelên bindest, em xwedî hêza perspektîfeke xurt in ku em îqtîdarê dorpêç bikin. Berxwedana jinan heye. Hêza me ya guhertinê heye. Em ê biguherînin, Jin dê biguherînin!  

Delegasyona Konferansa me biryarên ku di serdema nû de xetên têkoşîna me diyar bike girtin. Biryarên di konferansê de hatin girtin wiha ne;  

-Di bin baneyê Meclisa Jinan a HDP’ê de dê Komîsyona Ekolojiyê ya Jinan bê avakirin,  

-Li dijî xizaniya jinan û kedxwariya jinan dê têkoşîn bê dayin,   

-Li dijî şer, dagirkerî û polîtîkayên şerê taybet, dê têkoşîn bê mezinkirin û xurtkirin, 

-Dê piştevaniya jinên penaber û koçer bê mezinkirin,   

-Dê Meclisên Jinên Ciwan bê avakirin,  

-Dê akademiyên jinên siyasetmedar bên avakirin,  

-Dê polîtîkayên astengdaran ên xweser û adil bên bipêşxistin,   

-Biryar hat dayîn ku pergala Hevserokatiyê û alternatîfa jiyana azad û wekhev bê bipêşxistin.  

-Ji bo têkoşîna hevpar dê li dijî faşîzmê, têkoşîna jinan bê mezinkirin,  

-Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, dê destkeftiyên jinan bên parastin,  

-Ji bo azadiya jinên girtî yên siyasî ku parastina rewa dikin, dê têkoşîn bê bipêşxistin.”